Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 45

Listen to this chapter • 2:10

[1] Ji dilê min xebera qenc bilq vedide, hilbestêd min eşqî P'adşê ne, zimanê min mîna qelema nivîsk'arê çê ye.

[2] Tu ji h'emû însanetî bedewtir î, ji lêvêd Te gul û nûr dibare, lema Xwedê h'eta-h'etayê dua li Te kirîye.

[3] Şûrê Xwe li pişta Xwe girêde, E'gîto, bi r'ewş û r'ûmeta Xwe.

[4] Bi qedirê Xwe pêşda her'e, bona r'astî, milûktîyê û heqîyê, sîyaro, bira destê Teyî r'astê r'êberîya Te ber bi kirêd h'ujmek'ar bike.

[5] Tîrêd Te tûj in, ew dik'evine dilêd dijminêd P'adşê, miletê bik'evine binê p'îyêd Te.

[6] T'extê Te Xwedêyo , t'extê h'eta-h'etayê ye, şiva p'adşatîya Te şiva heqîyê ye.

[7] Tu heqîyê h'iz dikî û dijenî neheqîyê, lema jî Xwedê, Xwedêyê Te Tu bi r'ûnê şabûnê ji hevalêd Te zêdetir k'ifşkirî .

[8] Ji h'emû k'incê Te bîna zimir, ûd û darçînê dertê, ji tam-taşêd hestûyêd fîlînda, pê dengêd saza Te şa dikin.

[9] Qîzêd p'adşaya nava xanim-xatûnêd Teda ne, xanimp'adşa nav zêr'ê Ofîrda li milê Teyî r'astê sekinî ye.

[10] Bibihê qîzik, dîna xwe bidê û guhê xwe veke, tu bîr bike miletê xwe û mala bavê xwe

[11] û bira P'adşa maşoqê bedewîya teda be, çimkî Ew e xweyê te, tu ber Wî ta be.

[12] Binelîyêd Sûrê bi dîyarîya û dewlemendêd cime'tê jî bi xizna wê h'eyra dîndara teda bin.

[13] Dergîstîya P'adşê ew hindur'va xas û xewan e, k'incê wê bi t'êlê zêr' hûnandî ye.

[14] Xemila neqişandîva wê dibine li ber P'adşê, berbûk pey wê t'ev diçine li ber Wî.

[15] Ew têne birinê bi eşq û şayî û dik'evine qesira P'adşê.

[16] Dewsa kal-bavêd Teyê ewledêd Te bin, Tê wan bikî serwêr ser t'emamîya e'rdê.

[17] Ezê navê Te qur'ne-qur'ne bidime bîranîn, lema miletê pesinê Te bidin h'eta-h'etayê .

Zebûr — Chapters