Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 51

Listen to this chapter • 2:14

[1] Min were r'e'mê, Xwedê, weke aminîya Xwe, weke h'uba Xweye p'ir', bêolîtîyêd min r'esît ke.

[2] Min lap bişo ji neheqîyêd min û min paqij ke ji guneyêd min.

[3] Çimkî bêolîtîyêd xwe ez nas dikim û guneyê min t'imê li ber min e.

[4] Li ber Te, t'enê himberî Te min gune kir û xirabî li ber ç'e'vê Te kir, usa ku Tu r'ast î qirara Xweda û paqij î h'akimtîya Xweda .

[5] Belê ezî neheqîyêva dinê k'etime ez ji zikmakîyêda gunek'ar bûme.

[6] Belê Tu r'astîyê dilê minda dixwazî. Dilê min k'ûr hînî serwaxtîyê ke.

[7] Paqij ke min pê zoxê hûsopê, ezê paqij bim û bişo min, ji berfê ezê qerqaştir bim.

[8] Dengê eşqê û şabûnê Tu bigihîne min, bira şa bin hestûyêd ku Te şkênandin.

[9] Tu pişta Xwe bide guneyêd min û r'esît ke h'emû neheqîyêd min.

[10] Xwedê, dilekî paqij nav minda bie'firîne û r'uh'ekî r'ast nav minda ser hevda bîne.

[11] Tu min ji ber Xwe nevêje û R'uh'ê Xweyî Pîroz ji min nestîne.

[12] Şabûna xilazkirina Xwe li min veger'îne û bi r'uh'ekî r'azî min bingeh ke.

[13] R'îyêd Te ezê bêola hîn kim û gunek'arê ser Teda veger'in.

[14] Min xilaz ke Xwedê ji xûnr'êtinê, Tu Xwedêyê minî xilazbûnê, zimanê minê bide pesinê heqîya Te.

[15] Xweyo, lêvêd min Tu ji hev veke û devê minê r'ûmeta Te bilind ke.

[16] Çimkî Tu qurbana naxwazî, yan na minê ew bidana, t'evayîşewata jî begem nakî.

[17] Qurbana Xwedê xweş, r'uh'ê şkestî ye, dilê milûk e, ku Xwedê t'exsîr nake.

[18] Bi r'ezedilîyê qencîyê Sîyonêr'a bike, sûra Orşelîmê bide sekinandinê.

[19] Hingê qurbanêd r'astîyê wê Te xweş bên, dîyarîyêd şewat û t'evayîşewatê û ser gorîgeha Teyê canega bên dayînê.

Zebûr — Chapters