Zebûr 50
[1] Yê Zor, Xudan, Xwedê xeber dide, ji r'ohilatê h'eta r'oavayê gazî dinyayê dike.
[2] Ji Sîyonê, bedewetîya Xwedêye k'amil dibiriqe.
[3] Xwedêyê me tê û Ew Xwe ker' nake, agirê p'er'itandinê li pêşîya Wî ye û dora Wî bobelîska mezin e.
[4] Ew jorda e'rd û e'zmên şe'de digire, ku dîwana cime'ta Xwe bike.
[5] «Aminêd min cem Min t'op kin, yêd ku bi qurbanê peyman t'ev Min girêdan».
[6] Hingê e'zman r'astîya Wî dikine dengî, ku Xwedê Xwexa h'akim e. (Sela)
[7] «Bibihê cime'ta Min û Ezê xeber dim, hey Îsraêl, Ezê şe'dê miqabilî te bim, Ez Xwedê me, Xwedêyê te.
[8] Ne ku bona qurbanêd te Ez te hiltêm, t'evayîşewatêd te t'imê ber Min in.
[9] Ez ji mala te canega naxwazim, ne jî nêrîya ji axilê te.
[10] Çimkî h'emû bînberê daristên ew yêd Min in, usa jî h'eywanêd li ser h'ezara ç'îya.
[11] H'emû teyredêd ç'îya Ez nas dikim û h'eywanêd çolê li ber ç'e'vê Min in.
[12] Heger Ez bir'çî bim, Ez ter'a nabêjim, çimkî dinya xêr-xizna xweva ya Min e.
[13] Gelo Ez goştê canega dixwim, yan jî xûna nêrîya vedixwim?
[14] Xwedêr'a qurbana r'azîdarîyê bide, ad-qirarêd xwe t'ev Yê Herî Jorin bîne sêrî.
[15] Oxirmêd giranda tu Min bike gazî, Ezê te xilaz kim, tê jî şikirîyê bidî Min».
[16] Lê belê Xwedê gunek'arar'a dibêje: «Çî ter'a ne, ku tu qeyde-qanûnêd Min salix dikî û peymana Min didî li ser zarê xwe?
[17] Çimkî tu li şîretêd Min ne xweş î û xebera Min davêjî pişt guhê xwe.
[18] Gava diz dibînî, didî pey diçî û dibî hevalê zinêk'ara.
[19] Bona xirabîyê devê xwe vedikî û zimanê te mixenetîyê dertîne.
[20] Tu r'ûdinî davêjî birê xwe û xeyba kur'ê dîya xwe dikî.
[21] Te ev yek kirin û Min deng nekir, te t'irê Ezî mîna te me. Ezê te hilêm û kirêd te bidime ber ç'e'vê te.
[22] Vê yekê fe'm bikin, gelî Xwedêbîrkirîya, ku nebe Ez we qet-qetî kim û azadkir t'une be.
[23] Yê qurbana r'azîdarîyê dide, ew e yê ku qedirê Min digire û ewê miqatî r'îya xwe dibe, xilazkirina xwe Ezê nîşanî wî dim».