Zebûr 74
[1] Xwedêyo, Te çima em lap ji ber Xwe avîtin? Çima hêrsa Te r'abû li ser pezê ber Te?
[2] Bîr bîne wê k'oma Xwe ku Te zûva qazinc kir, ew xilaz kir, ku bibe qebîla p'ara Te. Bîr bîne ç'îyayê Sîyonê ku lê dimînî.
[3] Gavêd Xwe bavêje ber bi xirabeyêd her t'im, wî Cîyê Pîrozî ku neyara wêran kir.
[4] Pîrozxana Teda peyk'etîyêd Te dikin qar'în, alêd xwe çawa nîşan wir danîn.
[5] Al k'ifş dibe mîna yekî bivir hildayî li ser darêd daristênr'a sekinî.
[6] Û aha her nexşêd têda şkênandin, hevr'a bi bivir û çakûç'a xişirandin.
[7] Agir-alav avîtine Pîrozgeha Te, h'er'imandin, kirin ax-xwelî Xana navê Te.
[8] Dilê xweda gotin: «Em van h'emûya hevr'a wêran kin». H'emû civatxanêd Xwedê welêtda şewitandin.
[9] Em nîşanêd xwe nabînin, îdî p'êxember t'unene, kesek t'une t'evî me, ku bizanibe h'eta k'engê evê aha be.
[10] Xwedê, h'eta k'engê neyarê qerfa bikin? Peyk'etîyê her t'im navê Te bêhurmet kin?
[11] Çima Tu destê Xweyî r'astê paşda dik'işînî? Çima ji p'aşila Xwe dernaxî wan unda nakî?
[12] Lê belê qur'nada p'adşê min Xwedê ye, ku azadîyê dike li r'ûyê e'rdêye!
[13] Te bi qewata Xwe be'r qelaşt, Te serê zîya avada h'incir'andin.
[14] Te serêd Lêwyat'an p'elaxtin, ew kire xurê r'e'wirêd çolê.
[15] Te kanî û cew bijiqandin, Te ç'emêd mezin miç'iqandin.
[16] R'oj ya Te ye, şev ya Te ye, Te hîv û r'o xuliqandîye.
[17] Te h'emû sînorêd e'rdê danîn, Te çêkirin zivistan û havîn.
[18] Lê bîr bîne, Xudan, ku neyar qerfa dikin û navê Te, miletê bêar bêhurmet dikin.
[19] Tu canîya kewa Xwe nede r'e'wira, civîna k'esîbêd Xwe qet bîr neke.
[20] Hela dîna Xwe bide peymana Xwe, cîyêd e'rdêye te'rî, malêd zordarîyêva bûne t'ijî.
[21] Bira yêd şkestî şermî nebin, k'esîb û belengaz pesinê navê Te bidin.
[22] R'abe Xwedêyo, ser heqîya Xwe be, ewan k'ifirîya Tu bîr bîne, ku yê bêaqil her r'oj li Te tîne.
[23] Dengê neyarêd Xwe bîr neke, qerebalixa yêd miqabilî Te çiqas diçe zêde dibe.