Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 47

Listen to this chapter • 1:01

[1] Destêd xwe li hev xin h'emû miletno, bi dengê şabûnê berbi Xwedê bikin qar'în.

[2] Çimkî Xudan, Yê Herî Jorin, saw e, P'adşê Mezin e li ser t'emamîya e'rdê.

[3] Ew mileta ber me ta dike, cime'ta dike bin p'îyêd me.

[4] Ewî milk'ê me mer'a bijart, mezinayîya Aqûb, h'izkirîyê Xwe. (Sela)

[5] Xwedê Xwe da hêlana jorin qar'înîya şabûnêr'a, Xudan r'abû ser t'extê Xwe bi dengê bor'îyêr'a.

[6] Bistirên Xwedêr'a, bistirên, bistirên P'adşê mer'a, bistirên.

[7] Xwedê P'adşê t'emamîya e'rdê ye, bi zebûra bistirên hûn jêr'a.

[8] Xwedê p'adşatîyê h'emû mileta dike, Xwedê r'ûdinî ser k'ursîya Xweye pîroz.

[9] E'silzadêd mileta civîyan t'evî miletê Xwedêyê Îbrahîm. Çimkî mert'alêd dinyayê yêd Xwedê ne, Ew ser wanr'a ye.

Zebûr — Chapters