Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 53

Listen to this chapter • 1:02

[1] Bêarê-bêfe'm dilê xweda dibêje: «Xwedê t'une». Ew şûna r'eşva diçin û neheqîyê dikin, kesek t'une ku qencîyê bike.

[2] Xwedê jorda li merivayê dinihêr'e, ku bibîne gelo serwaxtek heye, ku ew li Xwedê diger'e.

[3] Ew h'emû jî xalifîne, t'evayîya xweva lewit'îne. Yekî qencîyê bike t'une, t'u kes t'une!

[4] Gelo ewêd neheqîyê dikin fe'm nakin, dixwin ça nan cime'ta Min, Xwedê jî nah'ebînin?

[5] Hingê xof û tirsê wan bigire, wê dera ku tirs t'une, hestûyêd h'icûmkirêd te Xwedê wê bela-belayî ke. Ew hatine sosretkirin, çimkî Xwedê ew wêda avîtin.

[6] Xwezî azadkirina Îsraêlê ji Sîyonê bihata! Gava Xwedê çerxa cime'ta Xwe dîsa r'ast ke, hingê Aqûbê eşq be, Îsraêlê jî şa be.

Zebûr — Chapters