Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 23

Listen to this chapter • 0:48

[1] Xudan şivanê min e, ez ne h'ewcê tiştekî me.

[2] Ew mêrg û çîmanada min dide mexel, min dibe ser avêd nerme e'dil,

[3] nefsa min Ew nûyejîyîn dike. Şiver'îyêd r'astîyêda Ew min dibe, bona xatirê wî navê Xwe.

[4] Heger ez gelîyê sîya mirinêda bim, ji xirabîyê ezê t'u car netirsim, çimkî Tu yî wir t'evî min, şiv û berşivka Te dil didin ber min.

[5] Tu ber ç'e'vê dijminêd min, sifirê datînî li ber min. Tu r'ûn dikî ser serê min, lêvar'a dadigirî k'asa min.

[6] T'emamîya r'ojêd e'mirê minda, t'enê qencî û dilovanîyê bibin minr'a. H'emû r'ojêd e'mirê xweda ezê bimînim Xana Xudanda.

Zebûr — Chapters