Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 126

Listen to this chapter • 0:51

[1] Gava Xudan em hêsîr veger'andine Sîyonê , ew mer'a bû mîna xewnekê.

[2] Hingê k'en li ber devê me k'et û zimanê me jî r'eqisîn. Nava miletada hingê hate gotin: «Xudan bona wan tiştêd mezin kirin!»

[3] Xudan bona me tiştêd mezin kirin û em gelekî eşq û şa bûn.

[4] Xudano, me dîsa bextewar ke, mîna sêlafêd Negevê .

[5] Yêd ku pê hêsira dir'eşînin, pê eşq û şabûnê wê bidirûn.

[6] Yêd pê girî tûrikê t'oxim dir'eşînin, wê bi stirana eşq gur'zêd xwe bînin.

Zebûr — Chapters