Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 41

Listen to this chapter • 1:33

[1] Xwezî li wî ku xem dike bona yê k'esîb, r'ojêd tengasîyêda Xudanê wî xilaz ke.

[2] Xudanê wî xwey ke û e'mir bidê, ewê li ser dinê xwezilî be û wê nede destê xwestina neyar.

[3] Xudanê nexweşîyêda cî-nivîna wî bê r'e'mê, ji h'emû nexweşîya qenc ke û ji nivînê r'ake.

[4] Min got: «Ya Xudan, min were r'e'mê, nefsa min qenc ke, çimkî min ber Te gune kir».

[5] Neyar xeyba min dikin û dibêjin: «K'engê ewê bimire û navê wî unda be».

[6] Yek jî ku tê min bibîne, tiştê h'al-qal dibêje, dilê wî deng-be'sêd xirab t'op dike, ku derê derva gilî ke.

[7] H'emû peyk'etîyêd min, bona min hevr'a dikine p'iste-p'ist, bona min tiştê xirab difikirin,

[8] dibêjin: «Xezebê eva girtîye, ew k'etîye îdî r'anabe».

[9] H'eta pêşewitîyê min jî, k'îjanîda ez serfinyaz bûm, nanê min dixwar, p'e'yn avîte min .

[10] Lê belê, ya Xudan, Tu min were r'e'mê û min bide sekinandinê ku ezê wan veger'înim.

[11] Ezê bi vê yekê zanibim ku Tu min begem dikî, gava dengê serk'etina dijmin neyê bihîstin.

[12] Lê Tê min nava bêsûcîya minda xweyî kî û h'eta-h'etayê min ber Xwe bidî sekinandinê.

[13] Şikir Xudan Xwedêyê Îsraêlr'a, ji her-heyê h'eta h'eta-h'etayê. Amîn û amîn.

Zebûr — Chapters