Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 8

Listen to this chapter • 1:06

[1] Ya Xudan, Xweyê me! Ça h'eyran e navê Te, li ser t'emamîya evî e'rdî! R'ewşa Te fêza e'zmanar'a ye,

[2] ku pê devê xişîm û şîrxura tê bilindkirinê. E'ynatî dijminr'a Te qewat h'îm kir, ku neyar û peyk'etîya dengbir'î kî.

[3] Gava ez dîna xwe didime li e'zmana, kirêd t'ilî-pêç'îyêd Te, hîvê û steyrka, k'îjan ku Te cî-war kirine,

[4] îdî çî ye însan ku Tu bîr tînî, yan jî bendê vê dinê Tu lê dinihêr'î?

[5] Te hinekî ji milyak'eta ew nimiztir kir, r'ûmet û r'ewşêva ew xemiland.

[6] Te ser şixulê destê Xwe ew serwêr danî, her tişt kire binê p'îyêd wî ,

[7] h'emû pez û dewar, h'eywanêd beyanî,

[8] teyredêd e'zmên, me'sîyêd be'rê û her çi ku r'îyêd be'rêda diçin.

[9] Ya Xudan, Xweyê me! Ça h'eyran e navê Te, li ser t'emamîya evî e'rdî!

Zebûr — Chapters