Zebûr 83
[1] Xwedêyo, Xwe ker' neke, bêxem nebe, bêdeng nemîne. Xwedêyo!
[2] Va ye neyarêd Te dikin qar'în, peyk'etîyêd Te serî hiltînin.
[3] Himberî cime'ta Te h'ilek'arîyê dikin, li ser xweykirîyêd Te şêwira derdixin.
[4] Dibêjin: «Werin em van dinê hilînin, ku milet îdî nemîne, navê Îsraêl neyê bîranîn».
[5] Bi dilekî şêwira xwe kirin, miqabilî Te ya xwe kirin yek.
[6] Konêd Edom û îsmayîlîya, Mowab û hacerîya,
[7] Gebal, Amon, Amalêk û filistînîya t'evî binelîyêd Sûrê,
[8] Aşûr jî gihîşte wan, çûn pişta kur'êd Lût . (Sela)
[9] Te hinda newala Qîşonê çi anî serê midyanîya , Sîsira û Yavîn , usa jî bîne serê van,
[10] k'îjan ku E'yn-Dorêda gever bûn çûn, bûne p'eynê bona e'rdê.
[11] Serwêrêd van bike r'oja Orêv û Zêv , axa-begêd van r'oja Zebah' û Salmûna ,
[12] k'îjana got: «Cî-warêd Xwedê em zeftî xwe kin».
[13] Xwedêyê min, vana bike mîna t'oza bobelîskê û mîna kaya li ber bê.
[14] Çawa agir daristên dik'eve û çawa alav ç'îya dik'izirîne,
[15] aha jî Tu pey wan k'eve pê firtona Xwe, wan bibizdîne pê bagera Xwe.
[16] R'ûyê wana Tu r'ûr'eş ke, ku ew Te biger'in, Xudano!
[17] Bira t'imê şermîyê û sawêda bin, bira bi r'ezîlî k'ok lê bên.
[18] Bira bizanibin t'enê Tu yî, ku navê Te Xudan e, Yê Herî Jorin î, li ser t'emamîya e'rdê yî.