Zebûr 103
[1] Pesinê Xudan bide, nefsa min û her tiştê nava minda, navê Wîyî pîroz.
[2] Pesinê Xudan bide, nefsa min û bîr neke h'emû qencîyêd Wî.
[3] Ew dibaxşîne h'emû guneyêd te û qenc dike h'emû nexweşîyêd te,
[4] e'mirê te ji t'irbê Ew azad dike û h'ub û dilovanîyêva dixemilîne,
[5] xwestina te berek'etîyêva t'ijî dike, cahiltîya te mîna teyra nû dibe.
[6] Xudan bona h'emû belengaza r'astîyê û heqîyê dike.
[7] Ewî r'îyêd Xwe nîşanî Mûsa kirin û kirinêd Xwe jî ewledêd Îsraêl.
[8] Dilşewat û r'e'm e Xudan, xweyê sebir-sik'anê û h'ubêda xinêyo.
[9] Ew h'eta xilazîyê hêrs nak'eve, h'eta-h'etayê k'înê najo.
[10] Ew weke guneyêd me, serê me nake û weke neheqîyêd me nade ber me.
[11] Lê çiqas e'zman ji e'rdê bilindtir e, haqas jî h'uba Wî hindava xofk'êşêd Wîda mezin e.
[12] Çiqas r'ohilat ji r'oavayê dûrtir e, haqasî jî guneyêd me ji me dûr xistî ne.
[13] Çawa dilê bavê li ser ewledê wî dişewite, usa jî dilê Xudan li ser xofk'êşêd Wî dişewite.
[14] Çimkî Ew zane meya me û bîr tîne ku em xalî ne.
[15] R'ojêd mêriv mîna gîhê ne, mîna gula çolê ku gul dide,
[16] Gava ba serr'a derbaz dibe, unda dibe û cîyê wê îdî wê nas nake.
[17] H'uba Xudan ji her-heyê h'eta-h'etayê ye, li ser xofk'êşêd Wî ye û heqîya Wî t'evî kur'êd kur'a ye,
[18] li ser wan e, ku xwey dikin peymana Wî û bîr tînin wan t'emîyêd Wî û pêk tînin.
[19] Xudan t'extê xwe danîye li e'zmana, p'adşatîya Wî h'ukumî li ser h'emûya dike.
[20] Pesinê Xudan bidin, milyak'etêd Wîye xweyîqewat, ku hûn diqedînin gotina Wî, dikin guhdarîya dengê Wî.
[21] Pesinê Xudan bidin, gelî ordîyêd Wî, h'emû qulixk'arêd Wî, ku e'mirê Wî diqedînin.
[22] Pesinê Xudan bidin, h'emû e'firînêd Wî, wan h'emû cîyêd bin h'ukumetîya Wî. Pesinê Xudan bide, nefsa min!