Zebûr 88
[1] Xudan, Xwedêyê azadîya min, ez şev û r'oj li ber Te dizarim.
[2] Bira duayê min bigihîje Te, guhê Xwe bide ser gazîya min.
[3] Çimkî nefsa min kul-derdava t'ijî ye, e'mirê min gihîşte li ber devê qebirê.
[4] Ez t'evî yêd dik'evine gor'ê hatime h'esabê, bûme mîna merîyê bêt'aqet.
[5] Nava mirîyada avîtî me, çawa kuştîyêd t'irbêda danî, ku îdî Tu wan bîr naynî û dest ji wan dik'işînî.
[6] Te ez avîtime ç'e'la here k'ûr, te'rîstanîyê û bêbinîyê.
[7] Hêrsa Te li ser min giran e, pê h'emû pêlêd Xwe min didî cefê. (Sela)
[8] Tu min ji ber ç'e'vê nasa davêjî, Te ez li ber wan kirime k'irêt, ezî girtî me nikarim derêm.
[9] Ç'e'vê min şêlû bûne ji me'rim-belengazîyê, t'emamîya r'ojê ez gazî Te dikim, ya Xudan, ez destêd xwe berbir'î Te dikim.
[10] Gelo Tu k'eremetê ser mirîya dikî? Gelo ji gor'ê r'adibin didine Te şikirî? (Sela)
[11] Gelo t'irbêda h'uba Te tê gotin, yan r'astîya Te warê dêrisda?
[12] Gelo wê te'rîstanîyêda k'eremetêd Teyê bêne naskirin, yan xilazkirina Te welatê bîrkirinêda?
[13] Lê belê Xudano, ez hewara xwe Te datînim, duayê min berbanga k'ûrda digihîje Te.
[14] Xudan Tu çima dest ji min dik'işînî? Û berê Xwe ji min diguhêzî?
[15] Ez belengaz im û zar'otîyêda li ber hêşîya mirinê me, sawa Te dik'işînim û xwe unda dikim.
[16] Hêrsa Te min dajo dibe, xezeba Te min wêran dike,
[17] mîna avê t'emamîya r'ojê dora min digirin, hevr'a t'evayî min dip'êç'in.
[18] Te ez ji ber ç'e'vê h'izkirî û xêrxwaza avîtim, te'rîstanî jî hogirê min ne.