Zebûr 52
[1] Çima pê xirabîyê tu difir'î, hey mêrxaso? Aminîya Xwedê ew her t'im heye.
[2] Zimanê te xirabîyê dertîne, mîna dûzanê tûj h'ilek'arîyê dike.
[3] Tu xirabîyê hê gelekî h'iz dikî, ne ku qencîyê, hê gelekî derewîyê, ne ku r'ast xeberdanê. (Sela)
[4] Tu h'iz dikî her xeberêd zîyank'ar, hey zimanê har û me'r.
[5] Xwedê wê bela te bidê h'eta-h'etayê, wê te bigire, te ji wargeh derxe, k'oka te jî ji wî e'rdê jîyînê. (Sela)
[6] R'astê bibînin û xof kin, ser bik'enin û bêjin:
[7] «Va ye ew merivê ku xwe nesparte Xwedê, lê gumana xwe da ser hebûka p'ir'e bêkêr û bi neheqîyêd xwe qewat hê girt».
[8] Lê ez Xana Xwedêda mîna dara zeyt'ûnêye şîn im, her t'im h'ub û aminîya Xwedêda ez guman im.
[9] Ezê t'imê bidim pesinê Te, bona xatirê wê kirina Te, ber aminêd Te bikim dengî navê Te, çimkî ew nav qenc e û xweş e.