Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 95

Listen to this chapter • 1:15

[1] Werin em eşq û şa Xudanr'a bistirên, gazîya xwe bikine Qeyayê azadîya xwe!

[2] Bi şikirdarîyê em bêne li ber dîndara Wî, bi dengê bilind bistirên eşqî Wî.

[3] Çimkî Xudan, Xwedêyê mezin e û P'adşê mezin, li ser h'emû xwedêya.

[4] K'ûrayêd e'rdê destêd Wîda ne, bilindayêd ç'îya, yêd Wî ne.

[5] Be'r, ya Wî ye, Wî ew çêkir û destê Wî bej awaz kirîye.

[6] Werin em ta bin, dever'ûya her'in, ber Xudan E'firandarê xwe çok din.

[7] Çimkî Ew e Xwedêyê me, em jî cime'ta mêrga Wî ne û pezêd ber Wî ne. Xwezî we îro dengê Wî bibihîsta!

[8] û serh'işkî nekira, çawa Mêrîbahêda, r'oja Massaha ber'îyêda ,

[9] dera ku kal-bavêd we kirêd Min dîtin, lê dîsa Ez cêr'ibandim û e'nene kirim.

[10] Çil salî h'îlê Min ji wî nisilî çû, min got: «Eva cime'ta dilda xalifî ne û r'îya Min nas nekirine.

[11] Lema jî Min ji hêrsa sond xwar û got : ‹T'u car ewê nek'evine r'ih'etîya Min!› »

Zebûr — Chapters