Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 4

Listen to this chapter • 1:09

[1] Gava ez dikim gazî, dengê min bibihê, Tu, Xwedêyê r'astîya min! Tengasîyêda Te ez derxistime fireyê, li min bike vê r'e'mê, duayê min Tu bibihê.

[2] Hey însanno! H'eta k'engê hûnê bêhurmet kin r'ûmeta min? H'eta k'engê hûnê boş-betalîyê h'iz bikin û derewîyê biger'in? (Sela)

[3] Lê zanibin, Xudan aminê Xwe pê ç'e'vekî din dinihêr'e. Xudan dibihê, gava ez gazî Wî dikim.

[4] Bilerizin, guna nekin , cî-nivînada bifikirin û deng nekin. (Sela)

[5] Qurbanêd r'astîyê hûn bidin û gumana xwe bidine ser Xudan.

[6] Gelek hene aha dibêjin: «K'î wê qencîyê nîşanî me ke?» Xudano! R'onaya dîndara Xwe bide ser me.

[7] Te ji wê şabûna wan zêdetir kir dilê min, yêd ku gava nan, şerava nûva ew xinê dibin.

[8] Ez r'ih'et p'al didim û r'adizêm, çimkî Tu yî t'enê Xudano, ku min bêxof didebirînî.

Zebûr — Chapters