Zebûr 78
[1] Gelî cime'ta min, guh bidine hînkirina min, li ber xeberêd devê min guhê xwe ta kin.
[2] Bi mesela ezê devê xwe vekim û sir'êd berê ezê e'yan kim ,
[3] k'îjan ku me bihîstin û pê h'esîyan û kal-bavêd me mer'a gotin.
[4] Em gerekê ji zar'êd wan veneşêrin û nisilê mayînr'a gerekê bêjin, kirêd Xudane xweyîr'ûmet, qudreta Wî û k'eremetêd ku Wî kirine.
[5] Ewî qanûn nava Aqûbda qedîm kirin û hînkirin danî nava Îsraêl, e'mirî kal-bavêd me kir, ku zar'êd xwe ew hîn kin,
[6] wekî nisilê mayîn û zar'êd ku bibin, bizanibin, zar'êd xwer'a ew bêjin,
[7] ku gumana xwe bidine ser Xwedê, kirêd Xwedê bîr nekin û t'emîyêd Wî ew xwey kin.
[8] Lê bira r'îya kal-bavada ew neçin miletê serh'işk û miqabil ew nebin, ku dilê wan r'êda ne şidîyayî be û r'uh'ê wan Xwedêr'a amin nîbe.
[9] Ewledêd Efrayîm sîlih'kirî bûn, mîna kevanêd tîre li ser hazir, lê r'oja şêr' ew paşda veger'îyan.
[10] Vana peymana Xwedê t'er'iband û anegorî hînkirina Wî derbaz nekirin,
[11] k'eremet û kirinêd Wî bîr kirin k'îjan ku Wî nîşanî wan kiribûn,
[12] Ber ç'e'vê kal-bavêd wan e'cêb kirin, li deşta Zoyanê welatê Misirêda.
[13] Be'r qelaşt dan derbazkirinê, av mîna lodê dan sekinandinê.
[14] R'ojê pê e'wr r'êberîya wan kir û t'emamîya şevê pê r'onayîya êgir.
[15] Qeya qelaştin nava ber'îyêda, av dane vexwarinê, çawa bêbinîyêda.
[16] Cew ji qeyê derxistin, av jî mîna ç'ema k'işîyan.
[17] Lê wana hê li ber Wî gune kirin, ber'îyêda miqabilî Yê Herî Jorin bûn,
[18] dilê xweda Xwedê cêr'ibandin, xwarina dilê xwe wan xwestin.
[19] Devê xwe ber Xwedê vekirin û gotin: «Gelo Xwedê dikare ber'îyêda jî sifirê dayne?
[20] R'ast Wî qeyê xist, avê bilq da, cew her'ikî. Lê gelo nên jî dikare bide? Gelo goşt jî hazir dike boy cime'ta Xwe?»
[21] Awa gava Xudan bihîst, Ew hêrs k'et, agir barî ser Aqûbda, qilqilî ser Îsraêlda.
[22] Çimkî Xwedê bawer nekirin û gumana xwe nedan ser azadîya Wî.
[23] Ewî jorda e'mir li e'wra kir, derîyêd e'zmên vekirin,
[24] bona xurek mana ser wanda barand nanê e'zmên wanr'a şand .
[25] Mêriv nanê milyak'eta xwar, xurekê weke t'êrbûna wan şand.
[26] E'zmênda bayê r'ohilatê r'akir, bi qudreta Xwe bayê başûrê anî,
[27] mîna t'ozê goşt ser wanda barand, mîna qûma be'rê jî h'eywanêd xweyîp'er',
[28] nava zoma wan barand û dora kona dane danîn.
[29] Wana xwar û t'êr bûn, Ewî xwestina wan da wan.
[30] Hê kêmasîya xwestinêd xwe nedîtibûn, hê xwarina wan devê wanda bû,
[31] hêrsa Xwedê li ser wan r'abû, Ewî mêrxasêd wan kuştin û cahilêd Îsraêlê e'rdê xistin.
[32] Pey haqas tiştr'a dîsa gune kirin û bawerîya xwe k'eremetêd Wî neanîn.
[33] Awa pê boş-betalîyê r'ojêd wan xilaz kirin û salêd wan jî pê saw û tirsê.
[34] Gava ew dikuştin, li Wî diger'îyan, xwe mukur' dihatin û destxweda xwe dîsa davîtine Xwedê.
[35] Dik'ete bîra wan ku Xwedê Qeyayê wan e û Xwedêyê Herî Jorin xilazkirê wan e.
[36] Lê bi devê xwe h'ilek'arî dikirin û bi zimanê xwe Wîr'a derew dikirin.
[37] Dilê wan li ber Wî r'ast nîbû û peymana Wîda amin nîbûn.
[38] Lê Ew ku r'e'm e, guneyêd wana dibaxşîne û qir'a wan Ew nayîne. Hêrsêda gelek cara Xwe zeft dikir û lap bîna Xwe teng nedikir.
[39] Çimkî bîr danî ku ew xûn-goşt in, mîna bayê tê derbaz dibe paşda nayê.
[40] Çiqasî ber'îyêda ber Wî r'abûn û çolêda hêrsa Wî r'akirin!
[41] Dîsa Xwedê dicêr'ibandin û Pîrozê Îsraêlê bînteng dikirin.
[42] Destê Wî bîr neanîn, ew r'oja ku ji dijmin xilaz kirin,
[43] gava nîşanêd Xwe Misirêda kirin, deşta Zoyanda ew k'eremetêd Xwe.
[44] Ç'emêd wan Wî kire xûn, usa jî cewêd wan ku nikaribin ew vexwin.
[45] Mêş-mor şandin Ewî ser wan, ku wan bixwin, usa jî beq ku wan p'ûç' kin.
[46] Deremeta wan da zerikê û k'eda wan da kulîyê ,
[47] tirîyêd wan da ber teyrokê hêjîr jî dane ber bûzê,
[48] h'eywanêd wan dane teyrokê kerîyêd wan dane birûskê.
[49] Xezeba Xwe anî serê wan, bîntengî, hêrs, da tengasî û qasidêd qet'ilê şandine ser wan.
[50] Ewî r'îya hêrsa Xwe vekir, nefsa wan ji mirinê xwey nekir, lê e'mirê wan da nexweşîya h'al .
[51] Her nixurî Misirêda kuşt, berê bedenêyî pêş, konêd Hamda .
[52] Hingê cime'ta Xwe mîna pêz derxist û mîna kerê pêz ber'îyêda ajot.
[53] Ew bê qezî birin, ew netirsîyan, lê dijminêd wan be'rê nixamtin.
[54] Ew birin welatê Xweyî pîroz, wî ç'îyayê ku destê Wîyî r'astê pêk anîbû.
[55] Berî miletê pêşîya wan da, e'rdê wan çawa milk' wanr'a p'arevekir û qebîlêd Îsraêlê konêd wanda cî-war kir.
[56] Lê wana Xwedê cêr'ibandin miqabilî Yê Herî Jorin r'abûn, qanûnêd Wî xweyî nekirin.
[57] Mîna kal-bavêd xwe veger'îyan û xalifîn, mîna kevanêd qelp bêamin derk'etin.
[58] Dilê Wî pê ocaxêd xwe qilqilandin, pê p'ûtêd xwe hê alav dane xezeba Wî.
[59] Gava Xwedê bihîst hêrs k'et û lap pişt da Îsraêlê.
[60] Dest ji p'aristgeha Şîloyê k'işand, ji wî Konê nava merivada dima.
[61] Qudreta Xwe hêsîr da û r'ûmeta Xwe da destê dijmin.
[62] Cime'ta Xwe da devê şûr û ser warê Xwe hêrs k'et.
[63] Xortêd wan êgir xwarin û qîzêd wan jî bê bext man.
[64] K'ahînêd wan pê şûr k'etin û jinebîyêd wan negirîyan.
[65] Lê Xudan h'işyar bû çawa ji xewê, mîna mêrxasê k'êfxweş ser h'işê xweda hatî,
[66] r'ev dijmin xist qara h'eta-h'etayê anî serê wan.
[67] Konê Ûsiv t'exsîr kir û qebîla Efrayîm begem nekir.
[68] Lê qebîla Cihûda begem kir û ç'îyayê Sîyonê ku Wî h'iz kir.
[69] Pîrozgeha Xwe mîna e'zmên bilind çêkir, çawa e'rdê ku h'eta-h'etayê h'îm kir.
[70] Xulamê Xwe Dawid bijart, ew ji axilêd pêz derxist anî,
[71] ew ji ber mîya girt anî, wekî şivantîyê cime'ta Wî Aqûb, warê Wî Îsraêl bike.
[72] Ewî jî bi saxîya dilê xwe şivantîya wan kir, bi deste'melîya xwe r'êberîya wan kir.