Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 2

Listen to this chapter • 1:21

[1] Çima p'ûtp'arist diqilqilin û milet badîhewa t'ivdîrê dikin?

[2] P'adşêd dinyayê hevr'a r'adibin, serwêr t'evîhev dişêwirin, davêjine Xudan û K'ifşkirîyê Wî, dibêjin:

[3] «Qeyd-zincîrêd wan em bişkênin û xwe ji destêd wan xilaz kin».

[4] Yê ser k'ursîya e'zmên wan dik'ene û Xudan wan dike k'en û qerfane.

[5] Hingê bi hêrs li wan dike xeberdane k'în-boxîyê wan dike nava sawane:

[6] «Min P'adşê Xwe t'estîq kirîye, li wî ç'îyayê Xweyî pîroz, ku Sîyon e».

[7] P'adşê got: «Ezê bikim qirare, Xudan vekir Minr'a biryare: ‹Tu Kur'ê Min î, îro Minr'a Tu bûyî .

[8] De bike Tu ji Min bixwaze, mileta Ez Ter'a bikim ware, her çar qulbe Ter'a mal û mik'an e.

[9] Pê şiva h'esinî Tê wan bih'incir'înî û mîna cêr' wan hûrdexweşî kî›» .

[10] De niha fe'm bikin, gelî p'adşa, serwêrêd e'rdê werine ser h'işa!

[11] Bi xof xulamtîyê Xudanr'a bikin, ji dest sawa Wî bilerizin,

[12] Kur' r'amûsin ku hêrs nek'eve, ku r'êda ji we kes unda nebe, gava hêrsa Wî nişkêva r'abe. Xwezî li h'emûyêd xwe dispêrine Wî .

Zebûr — Chapters