Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 108

Listen to this chapter • 1:31

[1] Ez dilda guman im, Xwedêyo, ezê bistirêm û miqamê lêdim r'ûmeta xweva.

[2] H'işyar bin, hey çeng û çengê zîs, ezê r'ojê h'işyar kim.

[3] Ezê şikirîyê bidime Te, Xudan, nav miletada, eşqî Te bistirêm nav cime'tada.

[4] Çimkî h'uba Te ji e'zman bilindtir e û aminîya Te jî h'eta e'wra ye.

[5] Xwedêyo li ser e'zmên bilind be, bira r'ûmeta Te t'emamîya dinê bigire.

[6] Bi destê Xweyî r'astê me ser xe û bibihê, wekî h'izkirîyêd Te azad bin.

[7] Xwedê ji Cîyê Xweyî Pîroz xeber da: «Ezê şa bim, Şexemê p'arevekim, newala Sûkotê bipîvim.

[8] Gîle'd ya Min e, Minaşe ya Min e, Efrayîm zirih'ê serê Min e, Cihûda jî qanûndarê Min e.

[9] Mowab derdana Mine şûştinê ye, sola Xwe Ezê bavêjime ser Edomê, dilê Xwe Ezê şa kim li Filistînê».

[10] K'î wê min bibe bajarê sûrkirî? K'î wê r'êberîya min bike h'eta Edomê?

[11] Tu nînî Xwedê, ku Te em ji ber Xwe avîtin? Tu t'evî ordîyêd me dernak'evî, Xwedêyo!

[12] Ji destê neyar me xilaz ke, çimkî p'ûç' e alîk'arîya meriva.

[13] Emê pê Xwedê mêrxasîyê bikin, t'enê Ewê dijminêd me p'êpes ke.

Zebûr — Chapters