Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 93

Listen to this chapter • 0:40

[1] Xudan p'adşa ye, mezinayî lê ye, Xudan xweyîqudret e û piştgirêdayî ye, belê dinya qedîm e û ji cî nah'eje.

[2] K'ursîya Te berê pêşda qewîn-qedîm e, Tu h'eta-h'etayê yî.

[3] Av r'adibin, Xudano, av dengê xwe bilind dikin, av bilind dikin xuşînîya xwe.

[4] Xudan bilindayêda ji dengê gelek ava zortir e û pêlêd be'ra qewattir e.

[5] Qanûnêd Te e'seyî ne. Pîrozî layîqî Xana Te ye, Ya Xudan, h'eta-h'etayê.

Zebûr — Chapters