Zebûr 24
[1] E'rd xêr û xiznêva yê Xudan e, usa jî dinya binelîyêd wêva .
[2] Çimkî Ewî h'îm avîte li ser be'ra, ew da sekinandin li ser ç'ema.
[3] K'î dikare r'abe ç'îyayê Xudan, k'î dikare bisene Cîyê Wîyî Pîroz?
[4] Yê destê h'elal û sitqê dilê r'ast, ku nak'eve pey derewîyê û derew jî sond naxwe.
[5] Ewê ji Xudan bistîne xêr-berek'etê, ji xilazkir Xwedêyê xwe r'ûspîtîyê.
[6] Yêd aha ne, ku li Wî diger'in, h'izreta dîtina Xwedêyê Aqûb in! (Sela)
[7] Gelî dergeha, serê xwe bilind kin! Bilind kin, gelî dergehêd her-heyê, wekî P'adşayê r'ûmetê bik'eve navê!
[8] K'î ye ew p'adşayê r'ûmetê? Xudanê zor û qewatê, Xudanê şêr'dayî qudretê.
[9] Gelî dergeha, serê xwe bilind kin! Bilind kin, gelî dergehêd her-heyê, wekî P'adşayê r'ûmetê bik'eve navê!
[10] K'î ye ew p'adşayê r'ûmetê? Xudanê Ordîya, Ew e p'adşayê r'ûmetê! (Sela)