Zebûr 63
[1] Xwedêyo! Tu yî Xwedêyê min, ez demana Teda me, r'uh'ê min t'îyê Te ye, canîya min h'eyra Teda ye, çawa e'rdê t'î û ziha, dera ku av lê t'une.
[2] Belê, min Cîyê Pîrozda Tu dîtî, dîna xwe da qewat û r'ûmeta Te.
[3] H'uba Te ji e'mir çêtir e, lêvêd minê pesinê Te bidin.
[4] Belê h'eta xweş bim ezê pesinê Te bidim, bi navê Te destêd xwe bilind kim.
[5] Ezê pê sifira t'ijî t'êr bim, pê beşera xweş jî pesinê Te bidim.
[6] Gava nivîna xweda Te bîr tînim, bedîlêd şevêda ser Te difikirim,
[7] çimkî Tu minr'a alîk'ar î. Ezê bin sîya p'er'ê Teda şa bim.
[8] Nefsa min bûye maşoqê Te, destê Teyî r'astê min xwey dike.
[9] Lê ewê dixwazin min unda kin, wê xwexa bik'evine k'ûrayîya e'rdê.
[10] Wê bik'evine ber devê şûr û wê bibine xurê çeqel .
[11] Lê belê p'adşayê pê Xwedê şa be. H'emûyêd ku pê Wî sond dixwin, wê fir'naq bin, lê devê derewîna wê bê girtinê.