Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 54

Listen to this chapter • 0:58

[1] Xwedêyo, bi navê Xwe min xilaz ke bi qewata Xwe weke heqîya min bide min.

[2] Xwedêyo, bibihê duayê min û guh bide ser gotinêd min.

[3] Çimkî xerîba ser minda girtine û zulmk'ar pey e'mirê min k'etine, Xwedê nadine ber ç'e'vê xwe. (Sela)

[4] Lê belê Xwedê piştovanê min e, Xweyî t'agêrê e'mirê min e!

[5] Xirabîyê ser dijminda veger'îne, ji dest aminîya xwe wan mina ke.

[6] Ezê Ter'a qurbanê bidim, bi dil û can û şikirîyê bidime navê Teyî qenc, Xudan.

[7] Çimkî Te ji her tengasîya ez xilaz kirim, k'etina neyara, min ber ç'e'vê xwe dît.

Zebûr — Chapters