Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 44

Listen to this chapter • 2:37

[1] Xwedêyo, me bi guhêd xwe bihîstin, kal-bavêd me mer'a gotin, bona wan kirêd Teye r'ojêd wanda, nava wan r'ojêd berêda kirî.

[2] Te bi destê Xwe p'ûtp'arist r'aqetandin û kal-bavêd me cî-war kirin, qede-bela anî serê wan mileta û pêşêd me derxistine firêqetîyê.

[3] Ne ku pê şûrê xwe ew e'rdê war bûn, yan zendêd wan ew xilaz kirin, lê destê Teyî r'astê, zenda Te û nûr-nedera Te, çimkî Te ew begem kirin.

[4] Tu yî P'adşê min, ya Xwedê! Tu serk'etinê Aqûbr'a li hev bîne.

[5] Pê Te em neyarêd xwe e'rdê dixin, yêd ku ber me r'adibin, em pê navê Te wan p'êpes dikin.

[6] Çimkî kevanê xweda ez ne guman im û ne jî şûrê minê min xilaz ke.

[7] Lê Te em ji neyara xilaz kirin û peyk'etîyêd me dane şermê.

[8] Her r'oj em pê Xwedê difir'in h'eta-h'etayê pesinê navê Te didin. (Sela)

[9] Te em kirine sosret wêda avîtî, t'evî ordîyêd me dernak'evî.

[10] Te em ji ber dijmin dane r'evê, peyk'etîya jî em t'alan kirin.

[11] Te em çawa pez dane xwarin, nav miletada em bela kirin.

[12] Te cime'ta xwe bêqîmet firot û bahê wê Te bilind nekir.

[13] Te em ber cînara kirine r'obet û li ber yêd dor-berêd me nav û nûç'ik.

[14] Nav xelqêda Te em kirine dev-dirana, nava miletada jî bûne mîna pêk'enîya.

[15] T'emamîya r'ojê sosretîyêda me, şerma r'ûyê min min dinixême,

[16] r'ûyê dengê buxdanbêj û k'ifira, usa jî r'ûyê h'eyfhildayê dijminda.

[17] Ev h'emû hatine serê me, lê me Tu bîr nekirî û peymana Te net'er'iband.

[18] Dilê me paşda veneger'îyan û gavêd me ji r'îya Te dernek'etin.

[19] Lê Te em cîyê mişk û me'ra h'incir'andin û bi sîya mirinê em nixamtin.

[20] Heger me navê Xwedêyê xwe bîr bikira, yan destê xwe dirêjî xwedêkî xerîb kira,

[21] Xwedê wê ser vê yekêda nenihêr'îya? Çimkî Ew sir'êd dilada zane.

[22] Lê bona Te em her r'oj ber mirinê ne, mîna pezêd serjêkirinê h'esab dibin .

[23] R'abe Xweyo, çima r'aza yî? H'işyar be me t'exsîr neke h'eta-h'etê.

[24] Çima r'ûyê Xwe ji me vedişêrî, zelûlî û derd-kulêd me bîr dikî.

[25] Em usa dever'ûya çûne e'rdê, h'eta zikê me e'rdêva qemitî.

[26] R'abe alî me bike û me xilaz ke, bona xatirê h'uba Xweye amin.

Zebûr — Chapters