Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 20

Listen to this chapter • 1:20

[1] Bira oxirmê giranda Xudan guh bide te, navê Xwedêyê Aqûb te xwey ke.

[2] Bira ji Cîyê Pîroz k'omekê ter'a bişîne û ji Sîyonê piştovanîyê li te bike.

[3] Bira h'emû dîyarîyêd te Ew bîr bîne û dîyarîyêd teye t'evayîşewatê qebûl ke. (Sela)

[4] Bira weke dilê te bide te û nêt-meremêd te bîne sêrî.

[5] Pê serk'etina Te emê şa bin û pê navê Xwedêyê xwe alê bilind kin. Bira h'emû xwestinêd te Xudan bîne sêrî.

[6] Niha ez zanim, ku Xudan k'ifşkirîyê Xwe ser dixe, ji e'zmanê Xweyî pîroz caba wî dide, pê destê Xweyî r'astê serk'etinêd zor dide.

[7] Hinek pê e'reba, hinek pê hespa, lê em pê navê Xwedêyê xwe difir'in.

[8] Ewana lik'umîn û k'etin, lê em r'abûn û r'ast sekinîn.

[9] Xudano! Tu p'adşê ser xe! Dengê me bibihê, gava em gazî Te dikin.

Zebûr — Chapters