Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 145

Listen to this chapter • 2:10

[1] Ezê Te bilind kim, ya Xudan, P'adşa û pesinê navê Te bidim h'eta-h'etayê.

[2] Her gav ezê pesinê Te bidim, p'ayê navê Te bidim h'eta-h'etayê.

[3] Xudan mezin e, hêjayî gelek pesina ye, mezinayîya Wî ne li ber h'işa ye.

[4] Qur'ne-qur'ne wê pesinê kirêd Te bidin û kirêd Teye mezin wê salix kin.

[5] Ezê ser bedewetîya r'ûmeta mezinayîya Te û kirinêd Teye h'eyre-h'ujmek'ar bifikirim.

[6] Wê ser kirinêd Teye sawe-xof xeber din û ezê mezinayîya Te salix kim.

[7] Wê bîranîna k'erema Teye mezin bela kin û eşqî r'astîya Te bistirên.

[8] Dilşewat û r'e'm e Xudan, xweyê sebir-sik'anê û h'ubêda xinêyo.

[9] Xudan bona h'emûya qenc e, r'e'ma Wî ser h'emû e'firînêd Wî ye.

[10] Ya Xudan, h'emû kirinêd Teyê pesinê Te bidin û h'emû aminêd Teyê jî şikirîyê.

[11] Wê r'ûmeta P'adşatîya Te e'yan kin û qudretêd Te wê salix kin,

[12] wekî qudreta Te ewledêd merivayêva e'yan kin, usa jî mezinayîya r'ûmeta P'adşatîya Te.

[13] P'adşatîya Te p'adşatîke h'eta-h'etayê ye û serwêrtîya Te qur'ne-qur'ne ye.

[14] Xudan dest davêje h'emû k'etîya û yê tewîyayî dide sekinandinê.

[15] Ç'e'vê gişka li destê Te ye û Tu we'deda xurekê wan didî.

[16] Tu destê Xwe vedikî, h'emû bînberî gora dilê wan t'êr dikî.

[17] Xudan r'ast e, nava h'emû r'ê-dirbêd Xweda û amin e, nava h'emû şixulêd Xweda.

[18] Xudan nêzîkî wan h'emûya ye, k'îjan ku gazî Wî dikin, wan h'emûya ku dilê r'ast gazî dikin.

[19] Ew mirazê wan dike, k'îjan ku ji Wî ditirsin, zarînîya wan dibihê û wan xilaz dike.

[20] Xudan h'emû h'izkirîyêd Xwe xwey dike, lê h'emû nep'aka wê unda ke.

[21] Devê min eşqî pesinê Xudan wê vebe û her e'firînê h'eta-h'etayê pesinê navê Wîyî pîroz bide .

Zebûr — Chapters