Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 67

Listen to this chapter • 0:51

[1] Xwedê li me were r'e'mê û Tu dua li me bike, bi dîndara Xwe me r'onayî ke, (Sela)

[2] wekî r'îya Te dinyayêda bê naskirinê û xilazkirina Te nava h'emû miletada.

[3] Bira milet pesinê Te bidin, Ya Xwedê! Bira h'emû milet pesinê Te bidin.

[4] Bira cime't eşq û şa bin, çimkî bi r'astîyê Tu ser mileta h'akimtîyê dikî û li ser e'rdê Tu r'êberîya cime'ta dikî. (Sela)

[5] Bira milet pesinê Te bidin, Xwedêyo, bira h'emû milet pesinê Te bidin!

[6] Bira e'rd berê xwe bide. Xwedê dua li me bike, Xwedêyê me.

[7] Bira Xwedê dua li me bike û her çar qulbêd dinê ji Wî xof kin.

Zebûr — Chapters