Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 128

Listen to this chapter • 0:56

[1] Xwezî li wan h'emûyêd ku ji Xudan xof dikin û r'îya Wîda dimeşin.

[2] Belê tê xebata destê xwe bixwî, tê xwezilî bî û xêr-xweşîyêda bî!

[3] K'ulfeta teyê nav mala teda, mîna k'ola tirîyê xweyîber be, ewledêd teyê jî dora sifira te, mîna ajer'ûyêd dara zeyt'ûnê bin.

[4] Awa ser wî merivîda wê aha bibare, k'îjan ku ji Xudan xof dike.

[5] De bira Xudan ji Sîyonê dua li te bike û t'emamîya e'mirê jîyana xweda, xêr-berek'etîya Orşelîmê bibînî.

[6] De bira tu zar'êd zar'êd xwe bibînî. Bira xêr û xweşî li ser Îsraêlê be!

Zebûr — Chapters