Zebûr 76
[1] Cihûstanêda Xwedê e'yan e, Îsraêlêda navê Wî mezin e.
[2] Xana Wî li Şelîmê ye, hêwargeha Wî li Sîyonê ye.
[3] Li wir tîrêd agirî Ewî şkênandin, mert'al, şûr û ç'ekêd şêr'. (Sela)
[4] Tu şemal î, mezin î, ji ç'îyayêd h'eta-h'etayê zêdetir î .
[5] Yêd dilada şidîyayî t'alan çûn, xewa mirinêda hênijîn, t'u mêrxasî qewat nekir bi destê xwe.
[6] Ji hilatina Te, Xwedêyê Aqûb, hesp sîyarîva xewr'a çûn.
[7] Xof Tu yî, Tu! K'ê turiş ke ber Te bisene gava Tu hêrs k'evî?
[8] Te ji e'zmên dîwan e'lam kir, e'rd tirsîya û xwe ker' kir,
[9] gava Xwedê r'abû dîwanê bike, ku her bindestî xilaz bike. (Sela)
[10] Xezeba dîwana Teye ser meriva pesinê Te dide, Tu t'emamîya hêrsa Xwe didî k'ifşê.
[11] Ad-qirar kin, Xudan Xwedê xwer'a biqedînin û h'emûyêd dora Wî bira p'êşk'êş Yê xofr'a bînin.
[12] Ew r'uh'ê serwêra distîne, xofa Wî ser h'emû p'adşêd e'rdê ye.