Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 87

Listen to this chapter • 0:56

[1] H'îmê bajêr li ser ç'îyayê pîroz hatîye avîtinê,

[2] Xudan dergehêd Sîyonê ji tamêd Aqûbe mayîn zêdetir h'iz dike.

[3] Tiştêd r'ûmetî bona te têne gotinê, hey bajarê Xwedê. (Sela)

[4] Ezê yêd ku Min nas dikin, nav kim bêjim: Heye Misir û Babêlon, usa jî Filistîn, Sûr, Etyûpa: «Evanayê binelîyêd wir bên h'esab» .

[5] Bona Sîyonê jî wê bêjin: «Filankes-bêvankes nava wêda bûyîne û Yê Herî Jorin wê Xwexa wî qewîn ke».

[6] Xudanê dema navnivîsara mileta wê binivîse: «Eva li wir bûyîye». (Sela)

[7] Dengbêj û r'eqaskerê bêjin: «H'emû ç'e'vkanîyêd me nava teda ne».

Zebûr — Chapters