Zebûr 107
[1] R'azî bin ji Xudan, çimkî Ew qenc e, çimkî h'uba Wî h'eta-h'etayê ye.
[2] Bira aha bêjin azadbûyêd Xudan, k'îjan azad kirin ji destê dijmin
[3] û ew t'op kirin ji welata, ji r'ohilat û r'oavayê û ji bakur û başûrê.
[4] Hinek ber'îyêda xalifîn, ewê r'îya xike-xwelîda, bajarekî mayînê wir nedîtin.
[5] T'î û bir'çî bûn, dil nava wanda xava diçû.
[6] Hingê tengasîya xweda hewara xwe Xudan anîn û Wî ew xilaz kirin ji xemêd giran.
[7] R'îya r'astda Wî r'êberîya wan kir, h'eta ku gihîştine bajarê mayînê.
[8] Bira şikirîyê bidine Xudan bona h'uba Wî û kirinêd Wîye h'ujmek'ar bona merivayê!
[9] Çimkî Ew nefsa ç'ilabûyî av dike û yê bir'çî qencîyêva xinê dike.
[10] Hinek te'rîyê û bin sîya mirinêda r'ûniştibûn, derd-kula û qeydava girêdayî bûn.
[11] Çimkî ew li ber gotinêd Xwedê r'abûn û şêwirêd Yê Jorin bêhurmet kirin.
[12] Ewî jî pê h'alê giran dilê wan ta kirin, ew k'etin, kesek t'unebû dest bavîta wan.
[13] Hingê tengasîya xweda gazîya xwe Xudan anîn û Wî ew azad kirin ji xemêd giran.
[14] Evana ji te'rîstanîyê û sîya mirinê derxistin û qeydêd wan şkênandin.
[15] Bira şikirîyê bidine Xudan bona h'uba Wî û kirinêd Wîye h'ujmek'ar bona merivayê!
[16] Çimkî dergehêd sifir hûrdexweşî kirin û stûnêd h'esinî şkênandin.
[17] Hineke bêh'iş ji dest kirêd xweye xirab û neheqîyêd xwe tengasîyê dibînin.
[18] Me'dê wan ji h'emû xwarinê li hev dik'eve û diçin h'eta li ber derê mirinê.
[19] Tengasîya xweda gazîya xwe Xudan anîn û Wî ew azad kirin ji xemêd giran.
[20] Xebera Xwe şand ew qenc kirin û ew xilaz kirin ji gor'istên.
[21] Bira şikirîyê bidine Xudan bona h'uba Wî û kirinêd Wîye h'ujmek'ar bona merivayê!
[22] Bira dîyarîyêd r'azîdarîyê bidin û kirinêd Wî bi eşq salix kin!
[23] Hinekêd ku bi gemîya ser be'rêr'a diçin, avêd mezinda şixul dikin,
[24] wana kirinêd Xudan dîtin, usa jî k'eremetêd Wîye bêbinîyêda.
[25] Ewî e'mirî bê kir û firtone r'akir û pêlêd wê bilind kirin.
[26] H'eta e'zmên bilind bûn, h'eta bêbinîyê berjêr çûn, ji wê belê gemîvan h'elîyan-maşîyan.
[27] Mîna serxweş li ser niga nesekinîn, zanistîya wana neda wana t'u k'arîn.
[28] Tengasîya xweda hewara xwe Xudan anîn û Wî ew xilaz kirin ji xemêd giran.
[29] Ewî firtone seqir'andin û pêl dane sekinandin.
[30] Hingê ew şabûn gava pêl sekinîn û ew birine gemîwargeha wan xwestî.
[31] Bira şikirîyê bidine Xudan bona h'uba Wî û kirinêd Wîye h'ujmek'ar bona merivayê!
[32] Bira Wî bilind kin civîna cime'tada û pesinê Wî bidin k'oma r'ûspîyada.
[33] Ew ç'ema dike çol û best û ç'e'vkanîya e'rdê ziha.
[34] Welatê şên dike şor'ek'et, bona xirabîya binelîyêd wir.
[35] Ew çol û besta dike gola avê, e'rdê ziha kanîya avê.
[36] Bir'çîya li wir cîwar dike, ew bajarê mayînê ava dikin.
[37] E'rdê davêjin, tirîya datînin û deremetê t'op dikin.
[38] Xudan dua li wan dike, gelekî li hev ew zêde dibin û h'eywanêd wan Ew kêm nake.
[39] Lê yêd neyar ew kêm dibin, nimiz dibin, ji dest tengasîyê, xirabîyê û k'ederê.
[40] Ew bêr'ûmetîyê li ser mîrada dir'êjîne, çol û besta, r'ê-dirbada dixalifîne.
[41] Lê yê feqîr ji belengazîyê derdixe, r'ik'inyata wan mîna kerê pêz zêde dike.
[42] R'astê bibînin evê yekê û şa bin, lê h'emû neheqê devê xwe bigirin.
[43] K'î ye serwaxt ku van yeka bide ber h'işa û h'uba Xudan ew fe'm bike.