Zebûr 56
[1] Min were r'e'mê, Xwedêyo! Merî zorê li min dikin, t'evayîya r'ojê tengasîyê didine min.
[2] Neyar t'evayîya r'ojê zorê min dikin, çimkî gelek in şer'k'arêd min! Yê Herî Jorin!
[3] Gava ez tirsêda me, ez Teda guman im.
[4] Pê Xwedê ezê pesinê xebera Wî bidim, ez Xwedêda guman im, ez natirsim, bendeyê çi li min bike?
[5] T'evayîya r'ojê kula dikin dilê min, h'emû şêwirêd wane ser min xirabî ne.
[6] Ew tele-tel bi dizîva, dîna xwe didine gavêd min, ku r'uh'ê min bistînin.
[7] Neheqîyêd wan Tu bîne serê wan, Xwedêyo, pê hêrsê Tu mileta e'rdê xe.
[8] Tu dero-derbûnêd min dijmirî, hêsirêd min Tu bike meşkê Xwe. Gelo ew ne k'itêba Teda ne?
[9] Neyarêd minê paşda her'in, gava ez hewara xwe Te daynim. Ez bi vê yekê pê dih'esim, ku Xwedê t'evî min e.
[10] Pê Xwedê ezê pesinê xebera Wî bidim, pê Xudan ezê pesinê xebera Wî bidim.
[11] Ez Xwedêda guman im, ez natirsim, merivê çi li min bike?
[12] Ya Xudan, gere ez ad-qirarêd xwe bînime sêrî. Qurbanêd r'azîdarîyê bidime Te.
[13] Çimkî nefsa min Te ji mirinê xilaz kir, belê, nigêd min jî ji lik'umandinê, wekî ez li ber Xwedê r'onaîya jîyînêda biger'im.