Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 5

Listen to this chapter • 1:43

[1] Ya Xudan! Tu guh bide gotinêd min, bira Teva e'yan be zarînîya min.

[2] Dîna Xwe bide hêwarza min, ya P'adşê min û Xwedêyê min! Çimkî hewara xwe Te datînim.

[3] Xudano! Berbangê Tu dibihêyî dengê min, berbangê ezê bême ber Te, hîvîya Te bim.

[4] Tu yî Xwedêyê ku neheqîya naxwaze, xirabê li cem Te nehêwire.

[5] Babaxê ber ç'e'vê Te nesekine ku dijenî yêd xwe bêolîtîyê girtine.

[6] Tu derewîna unda dikî, ji yêd qet'il û qelp aciz î Xudan.

[7] Lê ezê saya h'uba Teye p'ir', bik'evime nava Xana Te û ber P'aristgeha Teye pîroz, bi xofa Te ezê ta bim.

[8] Xudano! Bi r'astîya Xwe, Tu r'êberîyê min bike û e'ynatî dijminêd minr'a, Tu ber min r'ast ke r'îya Xwe.

[9] Çimkî zarê wanda r'astî t'une, dilê wanda xirabkirin e, gewrîya wane t'irba vekirî ye, zimanê wanda h'ilek'arî ye .

[10] Xwedêyo! Dîwana wan Tu bike, bira ew bik'evin pê şêwirêd xwe. Bona gelek neqencîyêd wan, Tu wan bavêj ji ber Xwe, çimkî r'abûne himberî Te.

[11] Lê h'emûyêd xwe spartine Te bira şa bin, h'eta-h'etayê eşqa bistirên, bin sîya destê Teda bin, yêd navê Te h'iz dikin, bira pê Te beşerxweş bin.

[12] Çimkî dua Tu yê r'ast dikî, Xudano, bi xêrxwazîyê dora wî digirî, çawa mîna dîwara .

Zebûr — Chapters