Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 38

Listen to this chapter • 2:13

[1] Xudano! Bi hêrsa Xwe min hilneyê û bi k'ela Xwe min şîret neke.

[2] Çimkî tîrêd Te li min k'etine û destê Te li ser min giran bûye.

[3] Ji alava hêrsa Te, cîkî minî sax nemaye, dest guneyê min, hestûkî minî r'ih'et nemaye.

[4] Çimkî neheqîyêd min ji serê min bilindtir bûne, mîna barê giran ew li ser min giran bûne.

[5] R'ûyê bêfe'mîya minda, birînêd min bîn k'etinê dir'izin.

[6] Dever'ûya çûyî, qudûmk'etî, her r'oj bi dilê kul diger'im,

[7] çimkî navdilê min kul-birînava t'ijî ne û nav minda cîkî sax nemaye.

[8] Ez h'alk'etî û gelekî h'incir'î, dikim zarîn ji axînîya dilê xwe.

[9] Xweyo, xwestina min Teva e'yan e, k'esera dilê min ji Te veşartî nîne.

[10] Dilê min lê dixe, qudûm k'etime, r'onaya ç'e'vê min jî li min birîya ye.

[11] H'izkirîyêd min û hevalêd min, xwe dûr digirin ji birînêd min, pismamêd min jî dûr sekinîn.

[12] Ewêd e'mirê min diger'in, t'ela datînin û yêd xirabîya min dixwazin, bona k'etina min xirab xeber didin û her r'oj mixenetîyê difikirin.

[13] Lê ez mîna ker'a nabihêm û mîna yê lal ku devê xwe venake.

[14] Ez bûme merivê çawa ku nabihê û devê wîda cabek t'une.

[15] Ez xwe dispêrime Te, Xudano, Tê cabê bidî, ya Xweyî, Xwedêyê min.

[16] Çimkî min got: «Bira ew dilê xwe min şa nekin û fir'naq nebin gava bişimite nigê min».

[17] Va ye ez k'etina xwe dibînim, her gav kula min ber bîna min e.

[18] Ez neheqîyêd xwe aşkere dibêjim, bona guneyêd xwe xweda dişewitim.

[19] Lê neyarêd min sih'et û qewat in, cîyê heqî-neheq xêrnexwazêd min zêde dibin.

[20] Yêd ber qencîyêva xirabîyê min dikin, bona wê yekê miqabilî min r'adibin, çimkî ez xwe qencîyê digirim.

[21] Min nehêle Xudano! Xwedêyê min ji min Tu dûr nek'eve.

[22] Zû bike were hewara min, ya Xudan, Xilazkirê min!

Zebûr — Chapters