Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 32

Listen to this chapter • 1:29

[1] Xwezî li wî bendeyî, ku neheqîyêd wî hatine afûkirinê û guneyêd wî hatine baxşandinê!

[2] Xwezî li wî merivî, ku Xudan jêr'a neheqîyê h'esab nake û dilê wîda qelpî t'une .

[3] Gava min guneyê xwe neda r'ûyê xwe, hestûyêd min h'elîyan-maşîyan, ji dest zarînîya mine t'emamîya r'ojê.

[4] Çimkî şev û r'oj destê Te ser min giran bû, ter'ayîya min bû mîna zihaya havînê. (Sela)

[5] Hingê min guneyê xwe Teva e'yan kir û neheqîya xwe veneşart, min got: «Ezê şaşîya xwe li ber Xudan bidime r'ûyê xwe». Û Te neheqîya guneyê min baxşand. (Sela)

[6] Bona vê yekê her kesê amin, gava xwe nas ke, bi duakirinê wê berbi Te bê. Hingê heger lêyîyêd ava jî li ser hevr'a derbaz bin, ewê t'u car negihîjine wî.

[7] Sit'argeha min Tu yî, ji tengasîyê Tu min xwey dikî, bi stiranêd azadîyê Tu dora min digirî. (Sela)

[8] «Ezê te aqil û serwaxt kim û r'îya ku têda her'î ber te vekim, ç'e'vê Minê li ser te be, te şîret kim.

[9] Mîna hesp û qant'ir'a nebine bêfe'm, wan gem û t'emb dikin ku zeftî we bin».

[10] Cefayêd nep'aka wê gelek bin, lê h'uba amin wê bigire dora wan, k'îjana gumana xwe dane ser Xudan.

[11] Bi Xudan eşq û şa bin, gelî sitqê dilê r'ast, dengê xwe hildin h'emûyêd dilada r'ast.

Zebûr — Chapters