Zebûr 62
[1] Ez t'enê ker' û lal, hîvîya Xwedê me, xilazbûna min ji Wî ye.
[2] T'enê Ew e qeyayê min, xilazbûn û kela min, ezê t'u car neh'ejim.
[3] H'eta k'engê hûnê h'icûmî ser mêriv kin, mîna dîwarê xwar û sûra ji cî çûyî, ku hûn h'emû dikin wî hilşînin?
[4] Ew t'enê dişêwirin ku wî ji cîyê jorin bavêjin. Ew derewîyê h'iz dikin, bi devê xwe dua lê dikin, lê dilê xweda nifir'a. (Sela)
[5] Ez t'enê ker' û lal hîvîya Xwedê me, çimkî gumana min ji Wî ye.
[6] T'enê Ew e qeyayê min, xilazbûna min û kela min, ezê neh'ejim.
[7] Azadbûn û r'ûmeta min Xwedêda ye, qeyayê minî zor û sit'ara min Xwedê ye.
[8] Gelî cime'ta, t'imê Wîda guman bin, hûn li Wîr'a dilê xwe vekin. Sit'argeha me Xwedê ye. (Sela)
[9] Merivêd sade mîna hulmê ne, merivêd gire-gir derew in, heger wan bidine ser mêzînê, h'emû ji hulmê siviktir in.
[10] Şêlandinêda guman nîbin, xwe nespêrine t'alanîyê, heger hebûk zêde be, dilê xwe pêva girê nede.
[11] Carekê Xwedê got, min du cara bihîst, wekî qewat ya Xwedê ye.
[12] H'ub jî ya Te ye, Xudano! Weke e'mela Tu didî .