Zebûr 42
[1] Çawa kara xezala h'eyra r'êç'ê ava ye, usa jî r'uh'ê min h'eyra Teda ye, Xwedêyo!
[2] R'uh'ê min t'îyê Xwedê ye, Xwedêyê zêndî ye. K'engê ezê bêm ber dîndara Xwedê hazir bim?
[3] Hêsirêd min şev û r'oj bûne xurê min, ku her gav dibêjine min: «K'anê ye Xwedêyê te?»
[4] Ev yek ku tên bîra min, agir-şewat min dik'eve, çawa mixulqetêr'a min xwe digîhand, bi wanr'a t'evayî bi dengê eşqê û şikirdarîyê, k'oma cejinêva ez dik'etime Xana Xwedê.
[5] Çima nav minda dik'izk'izî r'uh'ê min, çima nava minda ne r'ih'et î? Gumana xwe li Xwedê bîne, çimkî ezê dîsa pesinê Wî bidim, xilazkirê xwe û Xwedêyê xwe.
[6] R'uh'ê min nav minda dik'izk'ize, lema Te bîr tînim ji e'rdê Ûrdunê û Hermonê, ji ç'îyayê Mîtsarê.
[7] Li wir bêbinî deng dide bêbinîyê bi dengê avşir'ikêd Te, h'emû lêyî û pêlêd Te li ser minr'a derbaz bûn.
[8] R'ojê Xudan h'uba Xwe dide e'yankirinê, şevê jî stirana Wî t'evî min e, duayê min jî ber bi Xwedêyê e'mirê min e.
[9] Ezê bêjime Xwedêyê Qeyayê xwe: «Çima Te ez bîr kirime? Çima bi dilê kul ez biger'im, ji zêrandina destê dijmin?»
[10] Dijmin usa te'na li min dixin, tê bêjî hestûyêd min hûrxweşî dikin, gava her r'oj dibêjine min: «K'anê ye Xwedêyê te?»
[11] Çima nav minda dik'izk'izî r'uh'ê min, çima nava minda ne r'ih'et î? Gumana xwe li Xwedê bîne, çimkî dîsa ezê pesinê Wî bidim, xilazkirê xwe û Xwedêyê xwe.