Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 12

Listen to this chapter • 1:16

[1] Hewar Xudan, çimkî yêd r'ast neman, amin ji nava meriva hatine hilatin.

[2] H'emû meriv hevr'a derewa dibêjin, zarê h'ilek'ar û dilê qelp xeber didin.

[3] De bira Xudan zarê h'emû h'ilek'ara bibir'e, usa jî zimanê yê mezin-mezin xeber dide.

[4] Ew dibêjin: «Emê bi zimanê xwe serk'evin, zar-zimanêd me t'evî me ne û h'ukumê k'ê wê ser me hebe?»

[5] «Bona xatirê feqîrêd şêlandî û zarînîya belengaza, Ezê niha r'abim» Xudan dibêje, «wan bikime cîkî bêxof, k'îjan demana wê yekê ne».

[6] Gotinêd Xudan, gotinêd xalis in, mîna zîvê k'ûra axînda h'elandî ne û h'eft cara ew paqijkirî ne.

[7] Xudano, Tê nobedarîya me bikî, h'eta-h'etayê me ji vî nisilî xwey kî,

[8] ku dibin p'er'anî, ew diger'in, bêarîya însênr'a ew maşoq in.

Zebûr — Chapters