Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 147

Listen to this chapter • 1:55

[1] Halêlûya! Qenc e eşqî Xudan bistirên, çimkî xweş û hêja ye pesindayîn.

[2] Xudan Orşelîmê ava dike, sirgûnbûyêd Îsraêlê hev dide.

[3] Dilşkestîya qenc dike û birînêd wan dip'êç'e.

[4] Ew h'esabê steyrka k'ifş dike, bi her navekî wan gazî dike.

[5] Xudanê me mezin e, xweyê qudreta p'ir' e, zanebûna Wî bê sînor e.

[6] Xudan dest davêje belengaza, lê nep'aka dever'ûya tîne dike xalî.

[7] Bi şikirdarîyê Xudanr'a bistirên, ser çeng Xudanr'a miqamê lê xin.

[8] Ew e'zmên pê e'wra dinixême, baranê bona e'rdê hazir dike, serê ç'îya gîhê dide şînkirinê.

[9] Ew xurekê h'eywên dide wan, usa jî yê cûcûkêd qar'qar'ê, gava ew dikine qir'e-qir'.

[10] Xudan begem nake qewata hespê ne jî r'eva çokêd însên,

[11] lê Ew xofk'êşêd Xwe begem dike, wanêd h'uba Wîda ku guman in.

[12] Hey Orşelîm, pesinê Xudan bide! Şikirîyê bide Xwedê xwe, hey Sîyonê!

[13] Çimkî Ew zer'zêd dergehêd te dişidîne û nava teda dua zar'êd te dike.

[14] Ew e'dilayê dide sînorêd te û genimêd jibareva te t'êr dike.

[15] Ew e'mirê Xwe dişîne ser dinê û xebera Wî zû bela dibe.

[16] Ew mîna hirîyê berfê dibarîne, qişê mîna t'ozê dir'eşîne.

[17] Ew şelê bûzê dike teyrok dibarîne, k'î dikare li ber serma Wî teyax ke.

[18] Ew xebera Xwe dişîne wan dih'elîne û bayê Xwe r'adike, av diher'ike.

[19] Ew xebera Xwe Aqûbr'a dibêje, qanûn û qirarêd Xwe jî Îsraêlr'a.

[20] Bona t'u miletî Xudan aha nekir, wan qirarêd Wî nas nekirin. Halêlûya!

Zebûr — Chapters