Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 99

Listen to this chapter • 1:14

[1] Xudan e p'adşa! Bira milet bilerizin! Ew li ser xêrûba r'ûdinî, bira e'rd bih'eje.

[2] Xudan mezin e Sîyonêda, Ew li ser h'emû miletar'a ye.

[3] Bira pesinê navê Teyî mezin û xof bidin. Ew pîroz e!

[4] Qewata p'adşê heqî h'izkirin e. Te r'astî t'estîq kir, heqî û r'astî nava Aqûbda kir.

[5] Xudan Xwedêyê me bilind kin û li ber nigêd Wî ta bin. Ew pîroz e!

[6] Mûsa û Harûn nava k'ahînêd Wîda bûn, Samûêl jî nava gazîya navê Wîda, gazî Xudan kirin û Ewî dengê wan bihîst.

[7] Ewî ji nava stûna e'wrîda wanr'a xeber dida, wana t'emîyêd Wî xwey dikirin, ew qanûnêd ku dabû wan.

[8] Xudano, Xwedê me! Te dengê wan bihîst, Tu bona wan Xwedêyê baxşandinê bûyî, lê belê weke e'melêd wan jî danî serê wan.

[9] Xudan Xwedêyê me bilind kin li ser ç'îyayê Wîyî pîroz bih'ebînin, çimkî Xudan, Xwedêyê me pîroz e.

Zebûr — Chapters