Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 113

Listen to this chapter • 1:02

[1] Halêlûya! Pesinê Xudan bidin, gelî xulamêd Wî, pesinê navê Xudan bidin.

[2] Şikirîyê bidine navê Xudan, ji nihava h'eta-h'etayê.

[3] Ji r'ohilatê h'eta r'oavayê, hêjayî pesina ye navê Xudan.

[4] Xudan ser h'emû miletar'a ye, r'ûmeta Wî fêza e'zmana ye.

[5] K'î mîna Xudan Xwedêyê me ye, ku jor bilindayêda dimîne,

[6] Xwe qûz dike, dîna Xwe dide e'rd û e'zmana?

[7] Ew feqîr ji ser xwelîyê r'adike û belengaz ji ser k'ulîk bilind dike,

[8] wekî k'êleka e'silzada bide r'ûniştandinê, t'evî e'silzadêd miletê Xwe,

[9] k'ulfeta bêber malda didebirîne, dike dayîka ewleda bi dilê şaye. Halêlûya!

Zebûr — Chapters