Zebûr 146
[1] Halêlûya! Nefsa min pesinê Xudan bide.
[2] Pesinê Xudan ezê bidim, h'eta ku dijîm, eşqî Xwedê xwe ezê bistirêm, h'eta ku heme.
[3] Gumana xwe nedine li ser mîra, li ser bendê ku nikare xilaz ke.
[4] R'uh'ê wî gava ji wî dertê, diçe dibe dîsa xwelî, ewê r'ojê şêwirêd wî dit'er'ibin.
[5] Xwezî li wî, ku piştovanê wî Xwedêyê Aqûb e, gumana wî li ser Xudan, Xwedê wî ye.
[6] Ewî xuliqand e'rd û e'zman, be'r û h'emûyêd nava wanda, aminîya xwe h'eta-h'etayê xwey dike .
[7] Hêsîr-belengazar'a heqîyê dike, yêd bir'çî jî nan-av dike. Xudan girtîya azad dike,
[8] Xudan ç'e'vê kora vedike, Xudan k'etîya r'adike, Xudan r'asta h'iz dike.
[9] Xudan xerîba xwey dike, alîk'arîya sêwî û jinebîya dike, lê r'îya nep'aka ç'ep dike.
[10] Xudanê p'adşatîyê bike h'eta-h'etayê, Xwedêyê te, hey Sîyon, qur'ne-qur'ne wê bike. Halêlûya!