Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 31

Listen to this chapter • 2:58

[1] Xudano, min xwe daye bin sîya Te, bira ez t'u car şermî nebim, anegorî heqîya Xwe min xilaz ke.

[2] Guhê Xwe bide Tu ser min, bike ku min zû xilaz kî. Bona min bibe kela kevirî, mala sit'arbûnê ku min azad kî.

[3] Çimkî Tu yî qeya û kela min, Tu bona xatirê wî navê Xwe, bibe r'êber û serwêrê min.

[4] Ji wê t'elê Tu derxe min, ku dizîva danîbûn bona min, çimkî Tu yî ew sit'ara min.

[5] R'uh'ê xwe didime destê Te , belê Te ez xilaz kirim, Xudan, Xwedêyê aminîyê.

[6] Ez dijenime yêd pey p'ûtêd p'ûç' k'etî, lê gumana min ser Xudan e.

[7] Pê h'uba Te ezê eşq û şa bim, çimkî ser me'rimîya minda Te nihêr'î û te'lî-tengîya min pê h'esîyayî.

[8] Te ez nedam destê dijmin, lê danîne fireyê nigêd min.

[9] Min were r'e'mê, Xudano, çimkî ez nava tengasîyêda me, ç'e'vê min, nefs û canîya min ji dilêşîyê h'elîyan-maşîyan.

[10] E'mirê min derbaz bû zelûlîyê, salêd min jî ne'le-ne'lê, ji derd-kula qudûm k'etim û hestûyada h'elîyam-maşîyam.

[11] Ber h'emû neyara bûm îtoyîn, li ber cînarêd xwe ez îlahî, sawa min dik'eve ser nasêd min, yêd derva dibînin ji min dir'evin.

[12] Mîna mirîya ji dila hatime bîrkirinê, bûme çawa derdaneke hûrdexweşî.

[13] Xeyba geleka ez dibihêm, her alîyava saw min digire, gava ew hevr'a himberî min dicivin, dişêwirin ku bîna ber min bistînin.

[14] Lê ez Teda guman im, Xudano, min got: «Tu yî Xwedêyê min».

[15] R'ojêd min destê Teda ne, min ji destê dijmin û peyk'etîya xilaz ke.

[16] Sifetê Xwe gul de ser e'vdê Xwe bi h'uba Xweye amin min azad ke.

[17] Xudano! Bira ez şermî nebim, çimkî ez gazî Te dikim, bira nep'ak şermî bin dîyarê mirîyada ker' bimînin.

[18] Devêd derewîn bira bên girtin, ku hindava r'astada h'ir' dibêjin, bi k'ubarîyê û mixenetîyê.

[19] Çiqas mezin e qencîya Te, li ber h'emû merivayê, xofk'êşêd Xwer'a xwey kirîye Te, k'îjan xwe didine bin sîya Te.

[20] Dîndara Xweva wan xweyî dikî, ji dest nemamîyêd merivayê, Konê Xweda wan vedişêrî, ji zordarîya zimanîyê.

[21] Şikir ji Xudanr'a, ku h'uba Xweye h'eyre-h'ujmek'ar, nava neyarêd dora minda nîşanî min kir!

[22] T'evhevbûna xweda min got: «Ber ç'e'vê Te ez k'etime». Lê Te dengê duayê min bihîst, gava min Te kire gazî.

[23] Xudan h'iz kin, h'emû aminêd Wî, Xudan şîrh'elala xwey dike, lê yêd xwe babaxîyê girtine, xezebê ser wanda dibarîne.

[24] Serxwe bin! Bira dilê we bişidin, h'emûyêd ku Xudanda guman in.

Zebûr — Chapters