Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 120

Listen to this chapter • 0:51

[1] Te'lî-tengîya xweda, min hewara xwe Xudan anî, guhê Xwe Ewî ser min danî.

[2] Xudano! Min xilaz ke, ji yê derewîn û zarda qelp e.

[3] Hey zarê vir'î-derew! Wê çi bik'eve k'îsê te? Wê çi bik'eve p'êşa te?

[4] Tîrêd tûje mêrxasa, pirîskêd k'ûra kuç'ika!

[5] Mayîna nava wanda haqasî xirab e, tê bêjî ez Meşexêda dimînim, yan jî konêd Qêdarêda dijîm .

[6] Gelekî dirêj nav wanda mame, t'evî yêd ku neyarê e'dilayîyê ne.

[7] Ez ku bona e'dilayîyê xeber didim, lê ewana şer' dixwazin.

Zebûr — Chapters