[1] Paşê Ahʼaşwêroş pʼadşa kire ser welêt ku xerc bidin, hʼeta ewêd ku giravêd beʼrada dimînin jî.
[2] Bona qewat û zorayîya hʼemû kirêd Ahʼaşwêroş pʼadşa û mezinayîya Mordokʼay, ku çawa pʼadşê ew bilind kir û ev hʼemû bi hûr gilî li kʼitêba bîranîna serhatîyadaye pʼadşê Medya û Faristanêda nivîsar e.
[3] Belê Mordokʼayê cihû pey Ahʼaşwêroş pʼadşarʼa yê duda bû û nava cihûyada jî mezin bû, hʼizkirîyêd gelek biratîya xwe bû, xêrxwazê miletê xwe bû û tʼemamîya cimeʼta xwerʼa bona eʼdilayîyê xeber dida.