Skip to content
Opens in a new window

Destpêbûn 9

[1] Xwedê dua Nuh û kur’êd wî kir got: «Şîn bin, zêde bin û e’rdê t’ijî kin.

[2] Saw û tirsa we jî li ser h’emû terewilêd e’rdê û h’emû teyredêd e’zmên be. Evana bi t’evî wan h’emûyêd li ser e’rdêye dişûlikin û h’emû me’sîyêd be’rêva dane destê we.

[3] Her h’eywanêd ku dih’ejin xurekê we be, mîna p’incar’a şîn gişkî didime we.

[4] T’enê goşt saxîyêda, awa gotî xûnêva nexwin.

[5] Lê ezê e’se de’wa xûna jîyîna we bikim, ji her terewilî bixwazim. Ezê jîyîna mêriv, ji destê mêriv û ji destê birê wî bixwazim.

[6] K’î ku xûna mêriv bir’êje, xûna wî jî bi destê mêriv bir’ije, çimkî meriv dilqê Xwedêda xuliqandîyî ye.

[7] Hûn şîn bin, zêde bin, li ser e’rdê bela bin û li ser wê li hev zêde bin».

[8] Xwedê gote Nuh û kur’êd wîye ku t’evî wî bûn:

[9] «Va ezê t’evî we û pey wer’a jî t’evî zur’eta we peymana xwe girêdim,

[10] usa jî t’evî wan h’emû h’eywanêd bînbere t’evî we: T’evî teyreda, h’eywanêd k’edî û h’emû terewilêd e’rdêye t’evî we, t’evî h’emûyêd ji gemîyê derk’etî û h’emû h’eywanêd e’rdê.

[11] Ezê peymana xwe t’evî we girêdim, wekî îdî t’u beden bi ava tofanê neyê hilatinê û ne jî îdî tofan r’abe ku e’rdê wêran ke».

[12] Xwedê got: «Nîşana peymana nava Min û weda û nava h’emû h’eywanêd bînbere t’evî we, bona h’emû dewra girêdayî, wê ev be.

[13] Ezê k’eskesora xwe e’wrava derxim û evê bibe nîşana peymana nava Min û dinyayêda.

[14] Gava ez li ser dinyayê e’wrayî kim, k’eskesor e’wrava xuya be,

[15] hingê ezê wê peymana xweye nava min û weda û nava h’emû h’eywanêd bînbere ji her bedenîda bîr bînim û avê îdî nebine tofan û her bedenî unda nekin.

[16] Ew k’eskesorê nava e’wrada be, ezê wê bibînim û bîr bînim wê peymana Xwedêye h’eta-h’etayêye, nava her h’eywanêd bînbere ji her bedenî ku li ser e’rdê ye».

[17] Xudan Xwedê Nuhr’a got: «Ev e nîşana wê peymanê, ya ku min nava xwe û her bedenî li ser e’rdê girêda».

[18] Kur’êd Nuhe ku ji gemîyê derk’etin ev bûn: Sam, Ham, Yefet. Û Ham bavê Kenan bû.

[19] Ev her sê kur’êd Nuh bûn û ji van li ser t’emamîya r’ûyê e’rdê t’ijî bûn.

[20] Nuh ku e’rdbêcerkir bû, ew yê e’wlin bû ku r’ezê tirîya avît.

[21] Û paşê şeraba wê vexwar, xwe unda kir û konê xweda xwe te’zî kir.

[22] Hamê bavê Kenan, ku bavê xwe te’zî dît, derk’ete derva û gote her du birayêd xwe.

[23] Hingê Sam û Yefet k’inc hildan avîtine li ser milê xwe û paşopê çûn te’zîtîya bavê xwe nixamtin. Pişta wan ku bavê wanda bû, wan te’zîtîya bavê xwe nedît.

[24] Gava Nuh ji bin xewa şeravê derk’et, pê h’esîya ku kur’ê wîyî biç’ûk çi li serê wî kiribû,

[25] hingê got: «Nifir’ li Kenan be, ew bibe xulamê xulamêd birê xwe».

[26] Dîsa got: «Şikir ji Xudan, Xwedêyê Sam, Kenan jêr’a bibe xulam.

[27] Bira Xwedê t’ûr’a Yefet dirêj ke, konêd Samda bimîne û Kenan jî jêr’a bibe xulam».

[28] Pey tofanêr’a Nuh sêsid pêncî salî e’mir kir.

[29] T’emamîya e’mirê Nuh bû nesid pêncî salî û mir.

Destpêbûn — Chapters