[1] Îsraêl h’emû hebûka xwe hilda û hate Bîr-Şêvayê. Li wir gorî Xwedêyê bavê xwe Îshaqr’a dan.
[2] Xwedê şev dîtinokêda Îsraêlr’a xeberda û got: «Aqûbo! Aqûbo!» Ewî got: «Ezî va me».
[3] Xwedê got: «Ez Xwedê me, Xwedêyê bavê te me, ji berjêrçûyîna Misirê netirse. Çimkî ezê te li wê derê bikime miletekî mezin.
[4] Ezê xwexa t’evî te berjêrî Misirê bim û ezê xwexa te dîsa hevraz bînim, Ûsivê destêd xwe dayne li ser ç’e’vêd te».
[5] Aqûb ji Bîr-Şêvayê r’êk’et, kur’êd Îsraêl bavê xwe Aqûb, jin û zar’okêd xwe li wan e’rebêd ku Firewin wanr’a şandibûn ku pê her’in, hildan birin.
[6] Aqûb t’evî t’emamîya zur’eta xwe, h’eywanêd xwe û ew hebûka xwe, ya ku li welatê Kenanêda t’op kiribûn hildan hatine Misirê.
[7] Ewî t’evî xwe kur’ û qîzêd xwe nebîyêd xwe, t’emamîya zur’eta xwe xwer’a anîne Misirê.
[8] Ev in navê wan kur’êd Îsraêl, yêd ku hatine Misirê. Aqûb û kur’êd xweva. Nixurîyê Aqûb R’ûbên bû.
[9] Kur’êd R’ûbên: Henox, Pallû, Hesrûn û K’armî bûn.
[10] Kur’êd Şimh’ûn: Yemûêl, Yamîn, Ohad, Yaxîn, Soxar bûn û kur’ê jina kenanî Şawûl bû.
[11] Kur’êd Lêwî: Gêrşon, Qohat’ û Mêrarî bûn.
[12] Kur’êd Cihûda: Er, Onan, Şêlah, Pêrês û Zerah bûn (lê E’r û Onan welatê Kenanêda mirin ) û kur’êd Pêrês: Hesrûn û Hamûl bûn.
[13] Kur’êd Îsaxar: T’ola, Pûa, Yaşûv û Şîmron bûn.
[14] Kur’êd Zebûlon: Serêd û Êlon û Yalyêl bûn.
[15] Ev bûn kur’êd Lêayê, ya ku ewê Paddan-Aramda Aqûbr’a anîn, usa jî qîza wî Dîna. T’emamîya kur’ û qîzava sî û sê nefs bûn.
[16] Kur’êd Gad: Sîfyon, Haggî, Şûnî, Esbon, E’rî, Arodî û Arêlî bûn.
[17] Kur’êd Aşêr: Îmna, Îşwa, Îşwî, Birîha û xûşka wan Serax bûn. Kur’êd Birîha: H’eber û Malk’îyêl bûn.
[18] Ev bûn kur’êd Zîlpayê, ya ku Laban da qîza xwe Lêayê û ewê şanzdeh nefs Aqûbr’a anîn.
[19] Kur’êd R’ahêla jine Aqûb: Ûsiv û Binyamîn bûn.
[20] Ûsivr’a jî li welatê Misirê, ji Asnat’a qîza Potî-Perayê t’erêqê bajarê Onê Minaşe û Efrayîm bûn.
[21] Kur’êd Binyamîn: Bela, Bek’ir, Aşbêl, Gêra, Ne’man, Êhî, R’oş, Mûpîm, H’ûpîm û Ard bûn.
[22] Ev bûn kur’êd R’ahêlê, yêd ku Aqûbr’a bûn, h’emû li serhev çardeh nefs bûn.
[23] Kur’ê Dan: H’ûşîm bû.
[24] Kur’êd Neftelî: Yasyêl, Gûnî, Yêser û Şîllêm bûn.
[25] Ev bûn kur’êd Bîlhayê, ya ku Laban dabû qîza xwe R’ahêlê. Ewê gişk li serhev h’eft nefs Aqûbr’a anîn.
[26] H’emû nefsêd ku ji bedena Aqûb bibûn hatine Misirê, pêştirî jinêd kur’a şêst û şeş nefs bûn.
[27] Ûsivr’a jî du kur’ Misirêda bibûn, gava Aqûb neferêd xweva çû Misirê, ew h’eftê nefs bûn.
[28] Aqûb Cihûda pêşîyê şande cem Ûsiv, ku ew r’îya Goşenê nîşanî wî ke. Û ew hatine t’opraxê Goşenê.
[29] Ûsiv e’reba xwe hazir kir, r’abû çû Goşenê pêşîya bavê xwe Îsraêl, gava ç’e’v wî k’et, xwe avîte stukura wî û êp’êce wext stukura wîda girîya.
[30] Hingê Îsraêl gote Ûsiv: «Niha ez mirina xwe r’azî me, çimkî ç’e’vê min li ç’e’vê te k’et, ku tu hê sax-silamet î».
[31] Ûsiv birayêd xwe û malbavanêd xwer’a got: «Ez r’abim hevraz her’im, Firewinr’a gilî kim û bêjimê: Birayêd min û malbavanêd min, ku Kenanêda diman, hatine cem min.
[32] Ew merivana şivan in, çimkî r’êncber in, pez û dewarêd xwe û h’emû hebûka xwe xwer’a anîne.
[33] Lê gava Firewin gazî we ke û ji we bipirse: Hûn xweyê çi p’êşeyî ne?
[34] Hûn wîr’a bêjin: Em, xulamêd te, ji zar’otîya xweda h’eta niha, em jî kal-bavêd me jî, r’êncber bûne, wekî hûn t’opraxêd Goşenêda bimînin. Çimkî li cem misirîya şivantî h’eramî ye».