[1] Û usa qewimî, ku wî çaxî Cihûda ji cem birayêd xwe berjêr bû, çû cem merivekî e’dûllamî, navê wî H’îra.
[2] Li wê derê Cihûda qîza Şûa merivekî kenanî dît, ew stand serê xwe wêr’a danî.
[3] Ewa pê ma kur’ek anî, Cihûda navê wî danî Er.
[4] Ew dîsa pê ma kur’ek anî, navê wî danî Onan.
[5] Ewê dîsa kur’ek anî, navê wî danî Şêlah. Gava ewê ew zar’ anî, Cihûda li K’izîbê bû.
[6] Cihûda kur’ê xweyî nixurî Err’a qîzek anî, navê wê T’amara.
[7] Kur’ê Cihûdayî nixurî Er, li ber ç’e’vê Xudan yekî xirab bû û Xudan ew kuşt.
[8] Cihûda gote Onan: «Borcê t’îyîtîyê biqedîne: t’evî jina birê xwe r’azê, wê bistîne û zur’etê pey birê xwe xe».
[9] Onan fe’m kir, ku ew zur’eta wî nayê h’esabê, gava t’evî jinbira xwe r’adiza, ewî meya xwe dir’ête e’rdê, ku zur’etê li pey birê xwe nexe.
[10] Ev kirina wî li ber ç’e’vê Xudan xirab k’ifş kir, ew jî kuşt.
[11] Cihûda gote bûka xwe T’amarayê: «Jinebî mala bavê xweda r’ûnî, h’eta kur’ê min Şêlah mezin be». Çimkî digot: «Belkî ew jî mîna birayêd xwe bimire». T’amara çû li mala bavê xwe r’ûnişt.
[12] Gelek wext derbaz bû, qîza Şûayê jina Cihûda mir. Cihûda baristan bibû, r’abû xwexa bi t’evî dostê xwe H’îrayê e’dûllamî hevraz çû T’îmnahê, cem pezbir’êd kerê pezêd xwe.
[13] Hingê cab dane T’amarayê gotin: «Va ye xezûrê te hevraz tê T’îmnahê pezê xwe bibir’e».
[14] Evê k’inca jinebîtîya xwe ji xwe êxist, xwe xêlî kir û xwe p’êç’a û ber dergehê Eynayîmê, li ser r’îya T’îmnahê r’ûnişt. Çimkî ewê dît ku Şêlah mezin bûye û ew nedane wî.
[15] Gava Cihûda ç’e’v wê k’et, wî t’irê ew qavek e, çimkî ewê r’ûyê xwe nixamtibû.
[16] Ji r’ê dager’îya berbi wê çû û gotê: «Tê qayl bî ku serê xwe minr’a daynî?» Çimkî wî nizanibû ku ew bûka wî ye. Ewê got: «Tê çi bidî min ku tu serê xwe minr’a daynî?»
[17] Ewî got: «Ezê ji nava kêrî karekê ter’a bişînim». Ewê got: «Tê çi k’efîl bihêlî h’eta ku tu bişînî?»
[18] Ewî got: «Ez çi k’efîl bihêlim?» Ewê got: «K’a mora xwe, benpişta xwe û darê destê xwe». Ewî jî ew tişt dane wê û serê xwe pêr’a danî. Û ew ji wî h’emle derk’et.
[19] T’amara r’abû çû, xêlîya li ser xwe hilda û k’inca jinebîtîya xwe li xwe kir.
[20] Cihûda bi destê dostê xwe e’dûllamî kar şand, wekî k’efîl ji destê wê k’ulfetê bistîne, lê ewî ew nedît.
[21] Ji merivêd wir pirsî û got: «Ewa xwefroşe li serê r’îya Eynayîmê k’u ye?» Lê wana got: «Li vir xwefroş t’une bûye».
[22] Ew veger’îya cem Cihûda û gotê: «Min ew nedît, merivêd li wir jî gotin: Li vir xwefroş t’une bûye».
[23] Cihûda got: «Bira hema jêr’a be, t’enê em nebine r’obet. Va ye min ev kara şand, lê te ew nedît».
[24] Pey sê mehar’a, gotine Cihûda: «Bûka te T’amara qavî kirîye û niha ji wê qavîyê giran e». Cihûda got: «Wê derxin û bira ew bê şewitandinê».
[25] Gava ew derdixistine derva, ewê cab ser xezûrê xweda şand û got: «Ez ji ewî xweyê van tişta giran im» û got: «Hîvî dikim bira bizanibe vê morê, benpiştê û dar nas dikî?»
[26] Hingê Cihûda naskirin û got: «Ew ji min r’asttir e, çimkî min ew neda kur’ê xwe Şêlah». Û îdî neçû cem wê.
[27] Û gava k’ete li ber r’azanê, xuya bû ku va ye zikada cêwî ne.
[28] Çaxê zar’ dibûn, destek xuya bû, pîredergûşê benekî sor li destê wîva girêda û got: «Eva yê e’wlin e».
[29] Ewê ku destê xwe çawa paşda k’işand, birayê wîyî din bû. Hingê ewê got: «Te çi qeliştok bona xwe vekir!» Hingê navê wî Pêrês hate danînê.
[30] Peyr’a birê wîyî ku benê sor li destê wîva girêdayî bû. Hingê navê wî Zerah hate danînê.