Destpêbûn 8
[1] Xwedê Nuh bîr anî, usa jî h’emû terewil û h’emû h’eywanêd t’evî wî gemîyêda, hingê Xwedê bak li e’rdê r’akir û av sekinî.
[2] Kanîyêd tevekêd bêbinîyê û k’ulekêd e’zmana hatine girtinê û barana e’zmên hate bir’înê.
[3] Bere-bere av ji e’rdê dik’işîya, pey sed pêncî r’ojîr’a av kêm bû.
[4] R’oja h’ivdehê meha h’efta gemî li ser ç’îyayêd Araratê r’ûnişt.
[5] H’eta meha deha çiqas diçû av kêm dibû û yekê meha deha serêd ç’îya hatine k’ifşê.
[6] Û çil r’ojî şûnda Nuh k’uleka gemîya xweye çêkirî vekir,
[7] û qar’qar’ ber’da, lê ew virda-wêda xwer’a fir’î h’eta ava li ser e’rdê ziha bû.
[8] Peyr’a kevotk ji cem xwe ber’da, ku bibîne k’a ava li r’ûyê e’rdê kêm bûye.
[9] Lê kevotk cîyê ku nigêd xwe lê danîya nedît, ber bi gemîyê li ser wîda veger’îya, çimkî t’emamîya r’ûyê e’rdê hê av bû, Nuh jî dest avîte wê girt, anî cem xwe kire gemîyê.
[10] H’eft r’oja jî sebir kir, peyr’a dîsa kevotk ji gemîyê ber’da.
[11] Berê êvarê kevotk li ser wîda veger’îya, wê belgekî zeyt’ûnêyî nû nikulkirî dêvda, hingê Nuh pê h’esîya ku ava li ser r’ûyê e’rdê kêm bûye.
[12] H’eft r’ojêd din jî sebir kir, dîsa kevotk ber’da, lê ew îdî li ser wîda veneger’îya.
[13] Û şesid yek salîya Nuhda, yekê meha sersalê ava li ser r’ûyê e’rdê ç’ikîya. Nuh ar’îka gemîyê vekir û dîna xwe dayê, ku va ye ava li ser r’ûyê e’rdê ç’ikîya ye.
[14] Bîst h’eftê meha duda e’rd ziha bû.
[15] Hingê Xwedê Nuhr’a xeberda û got:
[16] «Tu t’evî jina xwe, kur’êd xwe û jinêd wanva ji gemîyê derê.
[17] Usa jî h’emû bînberêd li cem te, ji h’emûyêd xweyîbeden: Teyrede, h’eywanêd k’edî û h’emû şûlikîyêd ku li ser e’rdê dişûlikin, t’evî xwe derxe, wekî ew li ser e’rdê bela bin, k’oka wan şîn be û li hev zêde bin».
[18] Hingê Nuh t’evî kur’êd xwe, jina xwe û jinêd kur’êd xwe ji gemîyê derk’et,
[19] her h’eywan, her şûlikî, her teyrede, her çi ku li ser e’rdê dilivin cisinêd xweda ji gemîyê derk’etin.
[20] Nuh gorîgehek Xudanr’a çêkir û ji her h’eywanêd h’elal û ji her teyredêd h’elal hildan li ser gorîgehê, dîyarîya t’evayîşewatê dan.
[21] Hingê Xudan bîneke xweş ji wê hilda û dilê xweda got: «Îro şûnda r’ûyê mêrivda ez îdî nifir’a li e’rdê nakim, çimkî sitqê dilê mêriv ji zar’otîyêda xirab e û îdî ez t’u car t’u bînberî naxim çawa min kir.
[22] Îro şûnda h’eta ku e’rd hebe, çandin û dirûn, serma û germayî, havîn û zivistan, şev û r’oj gerekê t’u car nesekinin».