Skip to content
Opens in a new window

Destpêbûn 17

[1] Çaxê Abram nod nehe salî bû, Xudan Abramva xuya bû û gotê: «Ez Xwedêyê Herî Zor im, r’îya minda her’e û bêlek’e be.

[2] Ezê peymana xwe nava xwe û teda daynim û gelekî bêh’esab te li hev zêde kim».

[3] Abram dever’ûya çû. Xwedê xeberda û got:

[4] «Va ye peymana min t’evî te ye: Tê bibî bavê gelek mileta.

[5] Îro şûnda navê te ne Abram be, lê Birahîm , çimkî ez te dikime bavê gelek mileta.

[6] Ezê te gelekî li hev zêde kim û ji te mileta pêşda bînim, ji nava teda jî p’adşayê derên.

[7] Û Ezê peymana xwe nava xwe û teda û pey ter’a jî nava zur’eta te û qur’nêd wanda daynim, çawa peymana h’eta-h’etayê, ezê Xwedêyê te bim û pey ter’a jî Xwedêyê zur’eta te bim.

[8] ezê vî welatê ku tu têda xerîbîyêda yî bidime te û pey ter’a jî bidime zur’eta te, t’emamîya welatê Kenanê çawa milk’ê h’eta-h’etayê û bibime Xwedêyê wan».

[9] Û Xwedê gote Birahîm: «Lê tu peymana min xwey ke, tu û zur’eta teye li pey ter’a jî qur’nêd xweda peymana min xwey kin.

[10] Ev e ew peymana Min, k’îjanê ku hûn gerekê nava min û xweda û pey ter’a jî nava zur’eta teda bê xweykirinê: Her zar’ê weyî nêrîn bê sinetkirinê.

[11] Hûn ji qalibê xweyî bêsinet werine sinetkirinê, evê bibe nîşana peymana nava min û weda.

[12] Bira her zar’ê nêrînî nava weda qur’nêd xweda, h’eyştr’ojîyêda bê sinetkirinê, heger ew ji xulamê mala te bûyî be, yan ji h’emû miletêd xerîbe ne ji zur’eta te bi p’era k’ir’î be.

[13] Ewê ji xulamê mala te bûyî û yê ku te bi p’erê xwe k’ir’î, e’se gerekê bêne sinetkirinê û li ser qalibê we ev peymana min bibe peymana h’eta-h’etayê.

[14] Her zar’ê nêrînî bêsinet, k’îjan ku neyê sinetkirinê, gerekê ew ji nava cime’ta xwe bê hilatinê, çimkî ewî peymana min t’er’iband».

[15] Pey vê gotinêr’a Xwedê gote Birahîm: «K’ulfeta xwe Sarayêr’a nebêjî Saray, lê navê wê Serayî be.

[16] Ezê dua li wê bikim û ji wê jî kur’ekî bidime te, duayê minê li wê be û miletê ji wê pêşda bên û p’adşêd mileta jî wê jê derên».

[17] Birahîm dever’ûya çû e’rdê, k’enîya û dilê xweda got: «Gelo zar’ê pey mêrê sed salî k’eve? Û Serayê nod salîyêda zar’a bîne?»

[18] Hingê Birahîm gote Xwedê: «Ax xwezî hema Îsmayîl li ber ç’e’vê te e’mir kira!»

[19] Û Xwedê gotê: «Belê! Hema xût jina te Serayê kur’ekî ter’a bîne û tê navê wî Îshaq daynî, ezê t’evî wî û pey wîr’a jî t’evî zur’eta wî peymanê girêdim, peymana h’eta-h’etayê.

[20] Bona Îsmayîl jî min dengê te bihîst. Va ez dua wî jî dikim û ezê wî şîn kim û gelekî li hev zêde kim. Wê donzdeh mîrê ji wî derên û ezê wî bikime miletekî mezin.

[21] Lê peymana xwe ezê t’evî Îshaqê ku Serayê ter’a bîne girêdim saleke din vî çaxî».

[22] Xwedê ku xeberdana xweye t’evî Birahîm xilaz kir, ji cem wî hilate jor.

[23] Birahîm hilda kur’ê xwe Îsmayîl û h’emûyêd ku mala wîda dinê k’etibûn û yêd ku p’eretî hatibûne k’ir’înê, hema wê r’ojê, çawa ku Xwedê gotibûyê, h’emû qisimê nêrînî mala xweda ye bêsinet, sinet kirin.

[24] Gava Birahîm ji nesinetîya xwe hate sinetkirinê, ew hingê nod nehe salî bû.

[25] Îsmayîlê kur’ê wî sêzdeh salî bû, gava ew ji nesinetîya xwe hate sinetkirinê.

[26] Birahîm û kur’ê xwe Îsmayîlva hema wê r’ojê hatine sinetkirinê.

[27] H’emû qisimêd nêrînî mala wîda, yêd ku mala wîda dinê k’etibûn û yêd ku p’eretî ji xerîba hatibûne k’ir’înê, t’evî wî hatine sinetkirinê.

Destpêbûn — Chapters